Rêveberê Partîya Kesk a Çep Ozdemîr: “Em nahêlin ku gelê Kurd bê tercîh bimîne”

featured
Mehmet Nûrî Ozdemîr
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Endamê Desteya Rêveber ya Navendî (MYK) ya Partîya Kesk a Çep Nûrî Ozdemîr derbarê nîqaşên li ser biryara HDP’ê de got: “Em nahêlin ku gelê Kurd û hemû gelên bindest bê tercîh bimînin”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar şevê din eşkera kiribû ku wê di bin navê Partîya Kesk ya Çep (YSP) têkevin hilbijartinan. Endamê MYK’ê yê YSP’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr, jî derbarê mijarê de got ku ew ji hilbijartinan re amadene û wiha axivî: “Me îşev baş fem kir ku ti kes nikare pêşîya îradeya gel bigire, meriv nikare bi hinek qanûnan pêşîya gel bigire. Jiber ku girtina partîyan ti çareserî bi xwe re nayîne.”

Ozdemîr dibêje ku barê HDP’ê barê wan e loma ewê hilbijeran bê alternatîf nahêlin û piştgirîya demokrasîyê bikin. Ozedîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nahêlin ku gelê Kurd û hemî gelên bindest bê tercîh bimînin. Em hêvîdar in ku gelê me jî bi xwedîderketineke xurt li kelêka me bisekine û van lîstikan vala derxîne.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêveberê Partîya Kesk a Çep Ozdemîr: “Em nahêlin ku gelê Kurd bê tercîh bimîne”

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *