Rewşa girtiyê nexweş Ozkan giran dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan her diçe giran dibe. Ev girtiyê nexweş ku bi dehan nexweşiyên wî hene heta niha 4 caran anjiyo bûye.

Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku di Girtîgeha Amedê de tê ragirtin, ev 27 sale girtiye. Nexweşiyên giran ên weke dil, alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan li wî peyda bûne. Ew nikare baş bibihîse û bibîne, her wiha nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

Ozkan ê ku heta niha 5 caran dilê wî sekiniye û 4 caran anjiyo bûye. Herî dawî Ozkan her hefte herî kêm rojeke dibin nexweşxaneyê.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê hefteya ew du caran ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestin.

Selma Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkan, sêşema borî çûye girtîgehê cem bavê xwe. Ew dide zanîn ku bavê wê heftaya borî roja sêşem û çarşemê cardin rakirine nexweşxaneyê û gotiye: “Dema bavê min dibin nxweşxaneyê li ser kursiyê biteker dibin û destê wî kelemçe dikin.”

‘Kêlî Kêlî rewşa bavê min xerab dibe’

Ozkanê anîye ziman ku birayê wê yê girtî bavê wê bi kursiya biteker aniye cihê hevdîtinê. Ozkanê destnîşan kiriye ku her diçe rewşa bavê wê xirabtir dibe û ev tişt gotiye: “Ji ber ku deng naçê, em nikarin têkiliyê pê re deynin. Diçe nexweşxaneyê, lê nikare xwe îfade bike û bersiv bide. Gava em tiştekî dibêjin, birayê min diçe di guhê wî de dibêje. Di telefonê de jî wisa ye. Destên wî dilerizin. Yanî bi tu awayî em nikarin têkiliyê bi bavê min re deynin. Nikare lazmatiyên xwe yên rojane jî bi tena serê cwe pêk bîne.”

Ozkanê weha pêde çûye: “Mirovekî 85 salî û gelek nexweşî pê re hene û her diçe rewşa wî xirab dibe. Kêlî bi kêlî rewşa bavê min xirab dibe. Belkî sibe ji bo bavê min pir dereng be jî.”

IHD: 1517 girtîyên nexweş hene

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di sala 2022an de herî kêm 75 girtî li girtîgehan mirine.

Çi bûbû?

Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan Bahtiyar Aydin de heye girtî ye. Lê piştî 20 bi ser qetliyamê de derbas bûye, dozgeriyê gotiye ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Amedê albayê teqawît Eşref Hatîpoglu, persiyarê qetlîamê ye.

Li navçeya Lice ya Amedê di 22’ê Cotmeha 1993’yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8’ê Cotmeha 2018’an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.

Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.

Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.

Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”

Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rewşa girtiyê nexweş Ozkan giran dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *