1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Roja duyan ya erdhejê: Ji navçe û gundan agahî nayê girtin

Roja duyan ya erdhejê: Ji navçe û gundan agahî nayê girtin

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmara kesên di erdheja Mereşê de hejmara qurbaniyan gihişt nêzî 4 hezaran. Li 10 bajaran bi hezaran kesên di bin kavilan de hene. Hêj tîmên xelaskirin û rizgarkirinê negihiştine gelek deverên erdhejê û ji navçe û gundan agahî nayê girtin.

 Mereş duh bi du erdhejên mezinahiyên wan bi pîle 7,7 û 7,6 hejiya. Erdhejê bandor li 10 bajaran kir û heta niha nêzî 4 hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê bi hezaran kes hêj di bin kavilan de ne. Hat ragihandin ku ekîbên rizgarkirinê têre nakin û li hin navçeyan jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hê nehatine destpêkirin. Her wiha ji gelek navçe û gundan agahî nayên girtin.

Rewşa dawî ya bajarên ku erdhej lê qewimiyê wiha ye:

SEMSÛR

Li Semsûra (Adiyaman) ku bi awayekî dijwar ji erdhejê bi bandor bû xebatên xelaskirinê hêj nehatin destpêkirin. Li navçe û bajarên ku bi sedan kez di bin kavilan de ne gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û xelaskirinê dane destpêkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxisitn, hêj tîmên xelaskirin û lêgerînê ne şandine û ji gundên girêdayî navend û navçeyan jî agahî nayê bidestxistin. Ji xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji aliyê gel ve bi derfetên xwe tên meşandin, encamên bi bandor nikarin bên bidestxistin. Welatiyên ku şeva xwe di nava sermayê de derbas dikin, bê av û birçî dimînin, bi dilxwazî li bendê ne ku yên di binê xirbeyan de mane bên rakirin.

DÎLOK

 Li navçeya Islahiye ya Dîlokê (Antep)ku erdhejê herî zêde bandorê lê kir, asta hilweşandinê ku diçe giran dibe. Tevî ku bi ser erdehejê re rojek derbas bûye jî hêj li navçeya Islahiyeyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê nehatine destpêkirin. Li navçeya ku ji sedî 80 avahî lê hilweşiyan e gel bi awayekî neçar li benda tîmên xelaskirin û rizgarkirinê ne. Welatiyekî ku li İslahiyeyê em pê re axivîn, wiha got: “Rojeke bavê min di bin kavilan de ye û li benda xelaskirinê ye. Di saetên serê sibê de jî dengê wî ji binê kavilan dihat lê niha nayê. Ji ber ku tîmên rizgarkirin û xelaskirinê nayên bawere temamê mirovan wê ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin. Welatiyekî din diyar kir ku li ser kavilan bi awayekî bêçare disekinin û wiha got: “Di destê me de ji bo em kavilan rakin tevirek jî nîne”. Dîsa ji gundên navçeya Islahiye ya bi temamî ser û bin bûye jî tu agahî nayên girtin. Nayê zanîn ku ka li gundan asta kavilan çiye. Li navçeya Nûrdagi ku xesareke mezin lê heye jî AFAD piştî 17 saetan gihişt herêmê û tenê li herêmekê xebatan dike.

MEREŞ

Li navçeya Bazarcix a Mereşê (Maraş) ku navenda erhejeyê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Bazarcixiyên bi şev bi barîna berf û baraneke zêde de derbas kirin heta niha tu piştgiriyeke girîng negirtine. Li navçeya ku tîm lê kêm in, cenaze li bendê ne ku di bin kavilan de bên derxistin. Li bajarê ku avahiyan zirareke mezin dîtiye hema bêje ji beşeke pir biçûk navçeyan re tîmên alîkariyê hatin şandin. Di heman demê de ji navçe û gundên din tu agahî nayên girtin. Bi taybetî jî dîmenên ku ji gundên Bazarcixê yên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin dil şewat in.

Dîsa li navçeya Elbîstan û gundên wê hema bêje xebat tune ye. Ji ber barîna berfê ya ji duh bi şev ve berdewam dike, nikarin xwe bigihînin gundan û li gelek gundan kavil ji aliyê gel ve tên rakirin.

MELETÎ

Li navenda Meletî (Malatya) û bi taybetî jî navçeya Şîro bi sedan avahî hilweşiyan û tê texmînkirin ku gelek kes di bin kavilan de ne. Li bajarê ku heta niha xebateke bi bandor a lêgerîn û xelaskirinê nehate kirin gel li benda alîkariyê ye. Welatiyên ku tevî barîna berfê jî heta serê sibê li benda rizgarkirina xizmên xwe man bertek nîşanî desthilatê dan. Hate diyarkirin ku li navçeya Argan a Meletiyê ya hema bêja hemû xanî hilweşiyane xebatên lêgerînê û rizgarkirinê nehatine kirin. Bi taybetî Taxa Oren a ku xanî bi temamî hilweşiyane alîkarî hêj negihiştiyê. Ji gundên girêdayî bajar jî tu agahî nayên girtin.

AMED

Li Amedê di 23 avahiyên hilweşiyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Li gelemperiya bajêr hejmara miriyan ji 50’yan derbas bû. Li bajêrê hejmara birîndaran gihiştiye 600’an nayê zanîn ku çend kes di bin kavilan de ye. Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku hejmara miriyan 83, hejmara kesên giran birîndar bûyî 19 û hejmara birîndarên din 759 e. Nayê zanîn ku li Amed û navçeyên wê zirar di çi astê de ye.

RIHA 

Li Riha (Urfa)û navçeyên wê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navenda bajêr û navçeyên Hewag, Bêrecûk û Pirsûsê jî 60 avahî hilweşiyan. Ji kesên ji bin kavilan hatin derxistin jî 43 kes jiyana xwe ji dest da. Ji sedan zêdetir kes jî birîndar bûn. Xebatên rakirina kavilan li Taxa Bahçelîevler, Xaçerêya Ûçaksavar, li Taxa 24 Metre Yol û Yenîşehîrê berdewam dikin, ji navçeyên Hewag, Xelfetî, Bêrecûk, Pirsûsê re jî hêj tîm nehatine şandin. Li navçeyan gel bi derfetên xwe xebatên rakirina kavilan dikin. Ji gundan jî agahî nayên girtin.

HATAY

Li Hataya ku ji ber erdhejê herî zêde avahî li hilweşiyan jî hêj ji gelek herêman re tîmên xelaskirin û rizgarkirinê neşandine. Li bajarê ku bi hezaran kesên di bin hezazê de gel bi şev li kolanan man. Tîmên ku tevî hemû bangawaziyan negihiştin bajêr, bajêr bi bêçarebûna xwe re rûbirû man. Li Hataya ku tê texmînkirin wê encamên giran ên hilweşandinê derkevin holê nayê zanîn ku çend kes di bin sedan avahiyên hatine hilweşandin de mane. Tê diyarkirin ku wê bi xebatên xelaskirin û rizgarkirinê tabloya giran a li bajêr derkeve holê. Li gund û navçeyên bajêr ên din jî tu agahî nayê girtin û tîmên xelaskirin û rizgarkirinê jî negihiştinê.

EDENE

Li Edeneyê (Adana) jî 11 avahiyan zirar dît û hate diyarkirin ku heta niha 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Edeneyiyan jî weke li herêmên din ên erdhej lê pêkhat şev li derve derbas kirin. Li bajarê ku dibistan, avahiyên wargehan, eywanên sporan û qada fûarê jî di nav de 173 cih weke qadên komkirinê yên lezgîn hatin diyarkirin jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi tîmên bisînor ve tên kirin. Nayê zanîn ku li gundên Edeneyê erdhejê bandoreke çawa kiriye.

OSMANIYE

Li Osmaniyeya ku yek ji bajarekî ku erdhejê bandor lê kir jî li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya dawî 131 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan avahî hatin hilweşandin. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji aliyê welatiyên xwedî hejmareke kêm a tîman ve hat meşandin de, piştî bi qasî 26 saetan kesek ji bin xirbeyê avahiyekê rizgar bû. Ji gundên herêmê jî agahî nayên girtin. (MA Kurdi)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Roja duyan ya erdhejê: Ji navçe û gundan agahî nayê girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *