SANA: Di êrîşa Îsraîlê de 4 leşker hatine kuştin

featured
Reuters/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îsraîlê bi mûşekan êrîş biriye ser xalên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê. Ajansa fermî ya Suriyeyê ragihand ku di encama êrîşê de 4 leşker hatine kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand, Îsraîlê îro danê nivro saet di 12:20’an de, li herêma Golanê, bi mûşekan êrîşek pêk aniye û hin xalên leşkerî yên li derdora Şamê kiriye armanc.

Ajansê parastiye ku pergala berevaniya asmanî ya Sûriyeyê, hejmarek zêde mûşekên Îsraîlê xistine xwarê.

Di berdewamiyê de ajansê destnîşan kiriye ku di encama êrîşê de 4 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî di heman mijarê de diyar kiriye ku Îsraîlê, derdora balafirxaneya Şamê û devera Dîmas û Kiswê ku hêzên Îranê lê dimînin, kiriye armanc.

SOHR’ê jî heman hejmarên kuştiyan yên SANA’yê piştrast kiriye û gotiye 4 leşker û 2 sivîlên ku nasnameya wan nediyar e, hatine kuştin û her wiha 7 welatî jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku li gor daneyên SOHR’ê ji destpêka îsal ve, ev êrîşa 22’emîn a Îsraîlêye ku baregehên artêşa Sûriyê û hêzên çekdar ên bi ser Îranê dike armanc.

Rêxistinê daye zanîn ku di van êrîşan de 59 leşker û çekdarên bi ser Îranê û  2 sivîl hatine kuştin, her wiha 61 kes jî birîndar bûne.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
SANA: Di êrîşa Îsraîlê de 4 leşker hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *