Şaneşîn Performans bi lîstîka ‘Penceşêr’ê tê Wanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya bi navê ‘Penceşêr’ cara yekem li Wanê derkeve pêşberî şanohezan.

Şaneşîn Performans îsal jî bi lîstikeke nû derdikeve pêş bînerên xwe. Navê lîstika nû “Penceşêr” e. Ev listik jî heta niha çendîn caran li Mêrdîn, Qoserê, Enqere, Êlih û Amedê hatîye lîstin. Hem Koma Şanoyê ya Şaneşînê hem jî lîstika ‘Penceşêrê’ cara yekem, di 20’ê Gulanê roja Şemiyê dê li Wanê derkeve pêşberî şanohezan.

Lîstika ‘Penceşêre’ dê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê saet di 20.00’an de bê lîstin.

Lîstik li ser mijara lîstikê kolonyalîzm e disekine û bi awayekî absurd di çarçoveya statûya neteweyî de bi îmaj û motîfên Kurdî yên folklorîk hatîye xemilandin. Lîstika Penceşêrê,  ji aliyê Recep Îçen û M. Xalidê Ertoşî ve ji teksta Roland Toporî ya bi navê ‘Rojbûna Jokoyî’ hatîye adaptekirin.

Koma Şanoyê ya Kurdî ya Şaneşîn Performansê, di sala 2022’an de bi pêşengiya dramaturg Recep Îçenî ve bi hewildanên çend mamosteyên Kurdî, li Mêrdînê hatiye avakirin. Şaneşîn Performans, cara yekem bi lîstika ‘Bêcirê’ derketibûn pêş temaşevanên xwe. Ev lîstik, çendîn caran li Mêrdîn û navçeyên wê, herwiha li Amedê jî hate lîstin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaneşîn Performans bi lîstîka ‘Penceşêr’ê tê Wanê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *