Mehmet Gur nivîsî-Kurd û Hilbijartin                                

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gotinek me Kurdan ya wiha heye, “Em ketine navbera nal û bizmaran.” Kurdên xwenas ketine rewşek wisa. Hinek derdor û rêveberan Kurd dîl girti ne. Kurd ketine rewşeke zor. Nizanin ka dê çi bikin? Aliyekê rûmet û namûsa Kurdan , aliyê din şaşitîtên nûnerên wan. Qaşo hinek kes û derdor nûnertiya vî gelî dikin li ser vê angaştên ne. Lê mixabin ev kes li gorî berjewendiyên xwe an jî li gor ajoyên (güdü) xwe tevdigerin. Ne li gorî berjewendiyên gelê xwe. Berjewendiyên wan ketine pêşiya berjewendiyên gelê Kurd. Nizanin li gorî gelê xwe politîkayan bimeşînin. Ketine dibin bandora hirsên xwe yên takekesî. Li gorî wan ramanên wan yên takekesî rastiyên vî gelî ne. Lê mixabin ne wisa ye. Ev şaşetiyeke raberî ye. Xwe xapandineke berbiçave. Vê carê hinek rêberên vî gelî vê rastîyê naxwazin bibînin. Bi zanabûn naxwazin van rastiyan bibînin. Ji aliyê politîkayê ve û pêşerojê ve korbînin. Berjewendiyên gelê xwe nakin pêşiya hemû politîkayên xwe. Ketine dibin bandora bîrdozî ya xwe.

 Îca em werin ser hilbijartinên 14 Gulanê. Bila çi kes nebêje gelê Kurd ‘Meqerxaware’ an jî ‘Xwefiroş e’ û ‘Bênamûs e’. Ev gotin şaşîn. Ev xwe xapandine. Lewra nûnerên gelê Kurd biryarên durist û rasteqîn nadin. Ketine dibin bandora hinek derdorên marjînal. Qey dê bêjî gelek pêwistî bi van derdorên marjînal heye. Hevkarî li gorî berjewendiyan tên avakirin. Gelo partiyên li ser keda vî gelî hatine avakirin çi sûd ji hevkariya çêpên Tirkiyê wergirtine an ji çi sûd ji hevkariya Kurdan girtiye? Herdem ev hevkarî li ser pişta Kurdên welatparêz bûye barêkî pirr giran. Tevgera Kurdan a siyasî çi sûd û alikarî ji van hevkariyên vala negirtiye?

Em gelekî dûr neçin û hewceyî bi dîrok û dahûrandinan nîn ne. Em hima binêrin van hilbijartinên pêşiya xwe. 14’ê Gulanê hevkarên me çi li tevlî me kir. An jî çi li ser me zêdekirin. Ez bi dil û can dibêjim ne hevkariya Kurdan û ne jî qaşo hevkariya çepên Tirkan, çi tişt li ser dengên me Kurdan zêde nekiriye. Hevkariyên siyasî li ser berjewendiyan tên damezrandin. Lê tevgera Kurdan a siyasî naxwaze li gor van rastiyan siyasetê bike. Li gorî ramanên hinek kesên bêkesayet tevdigere. An jî li gorî berjewendiyên hinek kesên marjînal tevdigere. Çêpa Tirkiyê heta niha hêzek çewa daye me? An jî hûn anine kîjan astê. Li pêşiya berjewendiyên Kurdan herdem bûne asteng û xendek. Li ser ked û pişta me hatine astekê. Bûne parlementer û hatine naskirin. Kevirek li ser keloka me zêde nekirine. Berevajkî hêj dengên me daxistin. Kurdan bertek nîşanda û neçûn ser sindoqan. Mînak Partiya Kedkarên Tirkiyê (TÎP) çi anî serê me. Wana ‘Çi aş li serê me gêrand’. Gelek siyasetmedarên Kurdan bertek nîşanê vê helwesta wan dan. Lê yên ku qaşo dibêjin em bîryarê didin, Xweda çav lê kore kiribûn, nedixwest in rastiyan bibînin. Qey te digot TÎP nebe em dê winda bikin. Ma Kurdan gelek pêwistî bi van komên marjînal hebû? Qey tu da bêjî rizgarkirina me di nav destên van de bû. Ev nebin em çûn çem û çem. Xwelî bi serê me werbû. Em ser nakevin. Em Kurd korezan in, xwelîserê nezanîna xwe ne. Me dev jî hemû berjewendiyên Kurdbûna xwe berdane û ketine pê van komên marjînal û li gorî wan tevdigerin. Ka ji min re bêjin; ev komên wekî TÎP û partiyên Kurdan dê çi bidin me an jî dê çi li ser me zêde bikin ji bo xatira xwedê. Binêrin herdu hevkarên me, ka çi deng ji bo me anîne. Van komên marjînal mal li me mîratekirin. Destkeftiyên di destê me de pûç kirin. Ev rik û rikberiya li hember gel çi ye, gelî rêveber û serokên Kurdan? Ka ji me re bêjin! Hûn çima li hemberî gelê me rêzê nagirin û li  li gorî xwe bîryara digirin? Li gorî xwe lîsteyan amade dikin. Çima hûn li gorî berjewendiyên gelê xwe siyasetê nakin û  polîtîkayên şaş esas digirin. Hima ez gelek dûr naçim. Di vê çarçoveyê de tenê binêrin lîsteyên Wanê. Kesên ku wekî namzetên Wanê hatine diyarkirin, gelo kî nas dike? Ez dikarim bêjim ku listeya we li gorî gelê Wanê nehatibû amadekirin. Li gorî hinek kesan hatibû tekûzkirin. Dev ji van şaşitiyan ber din. Nebêjin em solika xwe jî wekî berbîjêr bidin nîşandan, ev gele wê deng bide me. Dev ji van polîtîkayên rezîl berdin. Bizivirînin rastiya vî gelî. Gel ji xwe şerm dike, ji keda xwe û bedelên hatî dayîn şerm dike. Heke dê bersivek tund nîşanî we bide. Êdî bi îradeya vî gelê birûmet neleyzin.

Bînêrin ka we ligel kê hevkarî kiriye. TÎP’ê hêj roja ewilî hûn firotin. Selahhatîn Demirtaş û Gultan Kişanakê bertek nîşandan. Lê yên ku bîryarê didin roja duyemîn çûn ketin pê van kesên marjînal. Çi anî serê Kurdan. Bi zanebûn ev hilbijarine bi Kurdan dan windakirin. Ketin pê fantezîyên beradayî. Ka dê bêjî çi hewçedariya me bi van kesan hebû. Heq ew bû ku roja ewilî we rê nîşanî van daba. Bila bizaniban ku ‘Dew ji mastî tê çêkirin!’

 Vêca em werin li ser hevkariya partiyên Kurdan. Partiyên ku we hevkarî ligel kirî çend dengên wan e hene? Hemû bibin yek nikarin encûmenekê derbixin. Qaşo serokê partiyekê yê giştiye lê mixabin hêj partiya wan nehatiye avakirin û nayên zanin. We kir berbijêrê Amedê. Ma ev gel ewqasî nezane, ku li gorî fantezîyên we bimeşe. Dê wisa bersivê bide qaşo rêveberî û bîryarên we. Partîyek li ku derê marjînal û berhemdariya wê li cîvakê nebe dê were di hilbijartinê de li serê me bibe bela. Ma Kurd neçarin hinek tipên wekî Ahmet Şik û hinek Kurdên marjînal bibin meclisê û wan bikin xwedî muçe. Ewqasî bedel dane ku van kesan bikin mirov û xwedî muçe.

Lê belê, ev sedemên me heta niha bilêv kirine, tekane sedema windakirinê nîne. Esas mijar amedekarîya listeyane. Dê sibê, bi zikê birçî rabin qala demokrasiyê bikin heta, demê razanê. Pesnên gel bidin. Lê gava hate demê bîryarê baweriya xwe bi gel naînîn û rêzê ji bo bîryare gel nagirin. Bîr û baweriyê bi çanda demokrasiya gel qet naînîn. Siyaseta nûnerên Kurdan ji siyaseta gel dûr e. Hemû bîryaran çend kes digirin û dispêrin gel. Wekî bîryara gel û demokrasiyê didin xuyakirin. Hemû biryarên wan, ji feraseta demokrasiyê dûr in û antî demokratîk in. Siyaseta gel pêşnaxin û di vî alî de qels dimînin. Ev jî diçe xweşiya wan. Lewra, hestên xwe yên desthilatdar têr dikin. Ji devê wan têkoşîna gel û gotina demokrasiyê kêm nabe. Lê yên herî dijî van gotina tevdigerin ev kes û kom in. Çi caran gel tevlî bîryara nakin. Gel vê hilbijarinê jî ji listeyên berbijêran ranebû. Lewra gel ew kes nehilbijartibûn. Ji aliyê hinek koman ve hatibû spartin. Lê gelî çardin xwedî li ked û rûmeta xwe derket. Bila çi kes nebêje gel ‘Meqernexawar’ û ‘Xwefiroş e’. Di esasê xwe de, ‘Av ji serêkaniyê şêlî diherike’. Gel zelal e lê yên li ser navê gel siyasetê dikin ne zelal û rastin! Ew bîryarên xelet didin. Dîvê demîldest ew kesên ku ev bîryarên şaş dane hesabê bidin vî gelî. Çima evqasî deng windakirin? Sedema vê çiye? Ji xwe bipirsin. Hewceye bilez îstifa bikin.

* Nêrînên di vê nivîsê de aydê nîvîskarî ne. Dibe ku ne li gor polîtîkaya edîtoryal ya Serhat Newsê be.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur nivîsî-Kurd û Hilbijartin                                

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *