Bajar û navçeyên ku YSP’ê herî zêde deng lê wergirtine

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gori encamên ne fermî Partiya Çepên Kesk (YSP) di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi rêjela ji sedî 8,81 dengan, 61 parlamenter derxistine. YSP’ê li ser asta bajaran herî zêde, li Şirnexê û li ser asta navçeyan jî herî zêde Gimgimê (Varto) deng wergirtine.

Partiya Çepên Kesk ku li 13 bajaran bûye partiya yekemîn, li gor encamên ne fermî herî zêde li bajarên Şirnex, Colemêrg, Amed, Êlihê, Wan, Mêrdîn, Dêrsîm, Agirî, Mûş, Sêrt û Bedlîsê deng bidest xistine. YSP’ê rêjeya herî kêm jî li Qersê bi dest xist.

Rêjeya dengên YSP’ê li gor rêzê li 13 parêzgehên wiha ye:

1- Şirnex: %62,49

2- Colemêrg: %62,47

3- Amed: %60,79

4- Êlih: %57,78

5- Mêrdîn: %54,63

6- Agirî: %54,51

7- Wan: %52,97

8- Mûş: %50,61

9- Sêrt: %46,69

10- Îdir: %43,59

11- Dêrsim: %42,83

12- Bedlîs: %40, 20

13- Qers: %27,92

Rêjeya dengên YSP’ê li gor rêzê li 12 navçeyan jî wiha ye:

1- Gimgim (Varto): %82,58 (Mûş)

2- Lîce: %78,32 (Amed)

3- Karaz(Kocakoy): %77,64 (Amed)

4- Nisêbîn: %77,50 (Mêrdîn)

5- Cizîr: %76,03 (Şirnex)

6- Kop (Bulanik): %74,86 (Mûş)

7- Qelqelî (Ozalp): %74,57 (Wan)

8- Gever (Yuksekova): %73,14 (Colemêrg)

9- Dêrik: %72,45 (Mêrdîn)

10- Bismil: %72,03 (Amed)

11- Farqîn (Silvan): %71,75 (Amed)

12- Elbak (Başkale): %70,03 (Wan)

Li aliyê din Partiya Çepên Kesk li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî bi sedî 33,99 dengan bû partiya yekemîn. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bajar û navçeyên ku YSP’ê herî zêde deng lê wergirtine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *