Serokê YSK’ê derbarê encamên hilbijartinan de daxuyanî da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê YSK’ê Ahmet Yener derbarê rêjeya dengan ên namzetên serokkomaran daxuyanî da.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî rêjeya hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da. Yener, wiha got: “Heta niha bi giştî ji sedî 91,85’ê dengan hatine vekirin. Ji sedî 94,68’ê sindoqên hundirê welat hatine vekirin û ji sedî 36,85’ê sindoqên derveyî welat hatine vekirin. Li gorî vê yekê; birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,49’ê dengan, birêz Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,79’ê dengan, birêz Sînan Ogan ji sedî 5,29 û birêz Muharrem Înce jî ji sedî 0,43’yê dengan wergirtin.”

Bi domdarî Yener têkildarî hilbijartina parlamenteran jî ev daneye parve kir: “Heta niha ji Tifaqa Cumhur AKP’ê, MHP’ê, Partiya Yenîden Refahê û BBP’ê; ji Tifaqa Milet CHP’ê, Partiya Îyî; ji Tifaqa Ked û Azadiyê jî Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê benda ji sedî 7 derbas kirin.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê YSK’ê derbarê encamên hilbijartinan de daxuyanî da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *