Serokê Odeya Bijîşkan Koç: Pirsgirêk bi pansûmana demborî ji holê ranabin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç ragihand ku gel di warê xwegihandina tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişîne. Koç destnîşan kir ku ev pirsgirêkeke pergalê ye û got: “Pirsgirêk bi pansûmana demborî ji holê ranabin.”

Li Wanê ku gel di warê xwegihandina tenduristiyê de gelek zehmetiyê dikişîne, rnadevûya gelek bijîşkên pispor tune ye û welatiyên bixwazin muayene bibin jî herî kêm 15 roj û ji bo tekîkên pêş jî bi mehan disekinin. Li bajêr ku piraniya bajarên herêmê tên nexweşxaneyên wê bijîşkên gelek beşan tune ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç, destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêkeke pergalî ye.

 ‘Li her derê Tirkiyeye heman pirsgirêk haye’

Koç bilêv kir ku pirsgirêkên di qada tenduristiyê de tenê li Wanê tune ne û got: “Nexweş di pergala randevûyê ya Wezareta Tenduristiyê de randevûyê digirin. Lê hema bibêje li her derê Tirkiyeyê heman pirsgirêk hene. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedema bingehîn jî ew e ku li Tirkiyeyê pergaleke nexweşxaneyê ya merhaleyî tune ye. Nexweş hem dikarin serî li bijîşkê malbatê hem jî li nexweşxaneya zanîngehê bidin ku ev merhaleya sêyem e. Ji ber vê li her derî dor zêde dibe.”

Koç bal kişand ser tahdeya di vê qadê de jî û got: “Ji ber vê bijîşk an diçin nexweşxaneyên taybet an jî diçin derveyî welêt.”

Serokê Odeya Bijîşkan Koç: Pirsgirêk bi pansûmana demborî ji holê ranabin - v 06 09 2023 kentte yasanan saglik sorunlari ahmet koc rop ahmet koc1

 ‘Bijîşk diçin dervayî welat’

Koç destnîşan kir ku ji ber polîtîkayaên desthilatê bijîşk diçin derveyî welêt û got: “Gava em li daneyên Yekitiya Bijîşkan mêze dikin, berê salê 100-200 bijîşk diçûn derveyî welêt, lê niha salê 3-4 hezar bijîşk îstifa dikin. Ev yek jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê di warê tenduristiyê de pirsgirêkek heye. Pergalên tenduristiyê yên parastîner hatin paşguhkirin. Ji ber vê gelek nexweş tenê gava nexweş dikevin dikarin serî li saziyeke tenduristiyê bikin, lê ji bo mirov nexweş nekevin tu tiştek nayê kirin. Mesela her kes nikare bi awayekî rêkûpêk aşî bibe. Gelek nexweşînên ku bi aşî û xizmetên parastinker dikarin bên astengkrin didomin. Ji ber vê nexweşxane qelebalix dibin. Hejmara nexweşên ku bijîşk wan kontrol dikin nêzî 8 qat serjimariya Tirkiyeyê ye. Ji lew re welatî di salekê de herî kêm 8 caran serî li nexweşxaneyê didin.”

 Hemû nexweşxane derveyî bajêr hatine çêkirin

Koç bal kişand ser rewşa Wanê û got: “Li bajêr 2 nexweşxaneyên mezin hene. Her du jî li derveyî bajêr in. Li navenda bajêr 2-3 polîklînîk hene. Me berê jî gotibû divê li navçeyên navendî nexweşxane bên çêkirin. Ger nexweşxane hebûna, dê mirov bi rihetî karibûne xwe bigihandana tenduristiyê. Niha tê plankirin ku nexweşxaneyeke bajêr bê çêkirin. Lê projeya vê jî li derveyî bajêr e. JI bo ev mesele bê çareserkirin , beriya nexweşxaneya bajêr divê nexweşxaneyên navçeyan bên çêkirin. Hûn raibin hejmara bijîşkên li Wanê 2 qatan zêde bikin jî, dê pirgsirêkên tenduristiyê çareser nebin. Ji lew re ev pirsgirêkeke pergalî ye. Dê pirsgirêk bi pansûmankirina dmeborî ji holê ranebin.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Odeya Bijîşkan Koç: Pirsgirêk bi pansûmana demborî ji holê ranabin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *