Egîtîm Sen: Kurdî bila ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê bi daxwaza ku astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî daxuyaniyek da çapemeniyê û daxwaz kir ku Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.

Şaxa Egitim Senê ya Wanê bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Parka Mûsa Anter a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate dayîn. Hejmareke nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê Murat Atabay, li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Atabay, di destpêkê de derbirî ku ziman gerdûna mirov e û her ziman jî nasnameya civaka xwe ye.

‘Desthilatdar li hemberî zimanê zikmakî astengiyan derdixe’

Atabay bi domdarî diyar kir, jiber wê windabûna zimanekî windabûna civaka wî zimanî ye jî û wiha pêde çû: ” Îro Kurdî û zimanên qedîmên Anatoliya û Mezopotamyayê jiber kiryarên pişaftinê û pêkanînên xirab ên rayedaran li ber xetereya tunebûnê ne. Desthilatdar li hember bîkaranîna zimanê zikmakî li her qadên jiyanê astêngiyan derdixin. Bi vê yekê jî dibin sedema kuştin, pevçûn û pirsgirêkên di nava gelan de.”

‘Bi hewldanên takekesi ne pêkan e’

Atabay da zanîn ku parastina zimanekî bi hewldanên takekesî ne pêkan e û wiha berdewam kir: “Divê neyê ji bîrkirin ku parastina zimanekî bi hewldanên takekesî ne mimkun e. Îro şertê ewilî yê parastina zimanekî ew e ku divê ew ziman di qada giştî de bê cûdakarî, bi awayekî serbest were bikaranîn û ji aliye hêza giştî ve were piştgirîkirin.”

‘Bila xalên makeqanûnê bên guhertin’

Wî her wiha destnîşan kir ku hêjî zimanê kurdî digirtinameyan (tutanak) fermî de wek zimanekî nenas tê tomarkirin û wiha got, “Jibo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xalên astengdarên Make qanûnê werin guhertin. Di wan peymanên navneteweyî yên kuTirkiyeyê jî îmze kiriye de, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Em careke din vê rastiyê aşkera dikin.”

‘Ji pêşdibistanê heya zanîngehê…’

Di axaftina xwe de Atabay, amaje bi yekê kir ku lazime Kurdî ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û ev tişt lê zêde kir: “Divê Kurd ne tenê jibo ku bi derseke bijarte zimanê xwe hîn bibin, lê belê jibo ku ji pêşdibistanê heya zanîngehê zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê tevbigerin. Divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rabin. Berî her tiştî şert e ku statûyek Kurdî hebe û ev statû bizagon û destûra bingehîn bêparastin. “

‘Em malên xwe bikin dibistanên kurdî’

Atabay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîsajî,lazim e em vê yekê ji bîrnekin ku domdariya zimanekî bi bikaranîna wî ya li her hêla jiyanê gengaz dibe.  Tişta herî girîng ev e ku em jixwe de dest pêbikin û malên xwe bikin mîna dibistanekî,ku ev ziman bikaribe di nava mejiyên nîşfên nû de rehên xwe biavêje.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Egîtîm Sen: Kurdî bila ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *