Hunermend Baran Bozyelê sîngleke nû derxistiye

featured
Bîanet
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Baran Bozyelê strana bi navê “Ay lê gulê” stra ku bi Mihemed Şêxoyî navdar e. Bozyelê stran bi rengekî nû şîrove kiriye. Emerê Lalê ango Rêncberî gotinên stranê nivîsîne. Stran weke straneke klasik tê nasîn ku behsa hesreta welêt dike û motîfên evîndariyê tê de hene.

Kom Muzîkê sîngle “Ay lê gulê” çap kiriye. Ozgur Ozkan Meteyî aranjoriya stranê kiriye.

Baran Bozyel kiye?

Baran Bozyel li bajarokê Karakoçana Elazîzê ji dayik bû û rêwitiya wê ya hunerî di sala 2010’an de dest pê kir. Bozyel beşdarî atolye û perwerdeyên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bû. Piştî tomarkirina hin berheman ku mirov dikare bibêje ne di asteke profesyonel de ne, di sala 2016an de albûma xwe ya yekem a bi navê “Şewq” derxist. Ji albûma xwe ya Şewqê pê ve, hunermend Bozyelê xebatên xwe yên single-an berdewam kirin û albûmeke wê ya bi navê Çûka Reş jî heye.(Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Baran Bozyelê sîngleke nû derxistiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *