Serokwezîrê berê yê Pakîstanê bi tewana gendeliyê hatiye girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Xan bi tewana gendeliyê li bajarê Lahorê hatiye girtin.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê ku spartiye Ajans Frans Presê (AFP)  Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Imran Xan, roja Şemiyê de di mala xwe ya li Lahore de bi tewanbariya gendeliyê hate girtin. Beriya niha dadgeha paytext Îslamabadê derbarê Xan de bi heman tewanê biryara 3 sal cezayê girtîgehê dabû.

Ji demek dirêj ve Khan hişyarî dabû ku ew ê were girtin da ku nehêlin ew beşdarî hilbijartinên di dawiya salê de bibe.

Dadwer Humayun Dilawar di biryara xwe de ku gihiştiye ber destê AFP’ê diyar kiriye: “Gendeliya wî bê guman cîbicî bûye.”

Hatiye gotin ku Xan di dema serokwezîriya xwe de hin xelat qebûl kirine, lê wî wergirtina van xelatan eşkere nekiriye.

Di Gulanê de, Xan ji ber heman dozê li Îslamabadê hate girtin û demek kurt hate desteserkirin. Lê alîgirên partiya wî ya Pakistan Tehreek-e-Insaf (PTI) daketin kolanan û bi polîsan re ketin nava pevçûnan.

Piştî ew ji aliyê polîsan ve hate girtin, vîdyoyek ku berî girtina wî hatibû tomarkirin li ser hesabê wî yê Twîtterê hate belavkirin. Di vîdeoyê de Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Xan wiha gotiye: “Girtina min çavlerê bû û min ev peyam berî girtina xwe tomar kir… Ez dixwazim endamên partiya min aram, bawermend û bi hêz bimînin,”.

Hêjaye gotinê ye ku dema dadgehê biryara girtina Xan da, ew li dadgehê amade nebû.

Li aliyê din, Attaullah Tarar ku Alîkarê Taybet Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf e li ser navê hikûmetê, derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Wî di daxuyaniya xwe de got: “Niha min agahî wergirtin ku Imran Xan hatiye girtin.”

Her wiha rayedarên partiya Xan jî di heman mijarê diyar kirine ku Xan ji paytextê re hatiye şandin û dan zanîn ku parêzerên Xan bo rawestandina biryarê dê daxwaznameyekê bidin dadgehê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokwezîrê berê yê Pakîstanê bi tewana gendeliyê hatiye girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *