Spectrum House: Pirsgirêka Kurd ji 4 kesan bandorê li ser jiyana 3 kesan dike

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Lêkolînan a Spectrum House raporeke berfireh derbarê pirsgirêk Kurd, aştî û bendewariyên Kurdan de belav kir. Di raporê de hatiye tespîtkirin ku pirsgirêka Kurd, ji her 4 kesan bandorê li jiyana 3 kesan dike.

Navenda Lêkolînan a Spectrum House raporeke berfireh a meydanî bi navê “Meseleya Kurd û Aştî, Bendewarî û Helwêst” belav kir.

Li gorî raporê, pirsgirêka Kurd li herêmê ji her 4 kesan bandorê li jiyana 3 kesan dike û ji sedî 33,1ê welatiyên li herêmê dijîn jî dibêjin pirsgirka Kurd bandoreke neyînî li rewşa aborî ya herêmê dike. Ew rapor di navbera 10-24ê Tîrmehê de li 15 bajarên herêmê bi hezar û 134 kesan re bi awayekî ribûrû û wek anket hatiye kirin.

Spectrum House: Pirsgirêka Kurd ji 4 kesan bandorê li ser jiyana 3 kesan dike - Spectrum House Pirsgireka Kurd ji 4 kesan bandore li ser jiyana 3 kesan dike 1

Rapor 1ê Îlonê bi mebesta Roja Aştiyê ya Cîhanê hat belavkirin.

Di raporê de derbarê nerîna welatiyên ya derbarê pirsa Kurd, aştî, bendewariyên wan ên ji hikûmet û aliyên siyasî de hatiye pirsîn.

Pirsgirêka Kurd çi bandorê li jiyana we an jî jiyana rojane ya malbata we dike?

Ji beşdaran hatiye pirsîn ku pirsgirêka Kurd çi bandorekê li jiyana wan an jî jiyana rojane ya malbata wan dike.

Ji sedî 34,7ê welatiyên li van 15 bajaran jiyan dikin, gotiye ku bi awayekî gelekî zêde bandorê li jiyana wan dike.

Ji sedî 20.5ê wan gotiye bi awayekî navendî, ji sedî 19,8ê wan gotiye hinekî û ji sedî 19,8ê wan jî gotine bi ti awayî pirsgirêka Kurd bandorê li jiyana wan nake.

Ji sedî 75ê beşdaran gotiye bi awayekî navend, kêm û zêde pirsgirêkên ji ber pirsgirêka Kurd bandorê li jiyana wan dike.

Ev jî tê wê wateyê ku li herêmê pirsgirêkên ji ber pirsgirêka Kurd bandorê ji her 4 kesan li jiyana 3yan ji wan dike.

Dabeşkirina bersivên vê pirsê li ser beşdaran li gorî partiyan jî wiha ye:

Ji sedî 49,2ê dengderên AKPyê gotiye pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên ji ber wê qet bandorê li jiyana wan nake.

Li hember vê ji sedî 59,4ê dengerên YSPyê gotiye gelekî bandorê li jiyana wan dike.

Ji sedî 34,4ê dengderên CHPyê jî gotiye ev yek heta astekê bandorê li jiyana wan dike.

Pirsgirêka Kurd di hilbijartinan de bandor li nerîn û bijardeya we kiriye yan na?

Ji welatiyan hatiye pirsîn ku pirsgirêka Kurd di hilbijartinan de bandor li nerîn û bijardeya wan kiriye yan na?

Ji sedî 44ê beşdaran gotiye gelekî bandor kiriye.

Ji sedî 25 gotine hinekî, ji sedî 22 gotine qet bandor li bijaredeya wan nekiriye.

Herwiha ji sedî 3,3ê wan jî gotiye ku ew vê yekê nizanin.

Spectrum House: Pirsgirêka Kurd ji 4 kesan bandorê li ser jiyana 3 kesan dike - Spectrum House Pirsgireka Kurd ji 4 kesan bandore li ser jiyana 3 kesan dike 1 1

Gelo pirsgirêka Kurd heye yan na?

Ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Gelo pirsgirêka Kurd heye yan na?

Ji sedî 71,3ê wan gotiye ew pirsgirêk heye û divê bê çareser kirin.

Ji sedî 8,6 gotiye ew pirsgirêk hebû lê hatiye çareserkirin.

Ji sedî 7,5ê beşdaran jî red dikin ku pirsgirêka Kurd hebe.

Siyaseta HDPyê

Di lêkolînê de ji welatiyan derbarê siyaseta HDPyê de jî pirs hatine kirin.

Li gorî bersivan ji sedî 36.7ê beşdaran polîtîkayên HDPyê erênî dibînin.

Ji sedî 27,9 neyinî û ji sedî 24,2yê wan jî gotine ew polîtîkayên HDPyê ne erênî ne jî neyinî dibînin.

Bandora herî girîng a pirsgirêka Kurd li ser aboriyê çi ye?

Di lêkolînê de herwiha ji beşdaran hatiye pirsîn “bandora herî girîng a pirsgirêka Kurd li ser aboriyê çi ye?

Ji sedî 33,1ê ji wan gotiye pirsgirêka Kurd bandoreke neyinî li veberhênanên li herêma wan dike.

Ji sedî 19ê wan jî pirsgirêka Kurd bi “zêdebûna newekheviya aborî” ve girê dane û 17,8ê beşdaran jî veqetandina çavkaniyên dewletê bo xerciyên leşkerî û lawazbûna aboriyê wekî bandora herî girîng a pirsa Kurd dibînin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Spectrum House: Pirsgirêka Kurd ji 4 kesan bandorê li ser jiyana 3 kesan dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *