Li Zozanên Feraşînê lêgerîna pertrolê dest pê kiriye

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Zozanên Feraşînê xebatên lêgerina petrolê dest pê kiriye. Tê ragihandin ku dê li 90 nokteyên cuda bo lêgerîna petrolê bîr bên kolandin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Zozanên Feraşînê ku dikeve sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê, xebatên lêgerîna petrolê hatiye dest pê kirin.

Di vê çarçoveyê de bîrek petrolê li devera zoma Şeletûnê ya Feraşînê ku 20 kîlometre dûrî navçeya Elkê ya Şirnexê ye, tê kolandin.

Li zozana ku xebatên sondajê hatine destpêkirin hat zanîn ku 4 kîlometre di binê erdê de hatiye kolandin, lê belê ji ber ku bîrên petrolê teqiyane xebat hatiye sekinandin.

Li Zozanên Feraşînê lêgerîna pertrolê dest pê kiriye - Li Zozanen Ferasine legerina pertrole dest pe kiriye 2

Di nûçeya ajansê de hatiye gotin ku koçerên li zoma Şeletûnê dimînin jî ji aliyê leşkeran ve ji cihê xwe hatine rakirin û kîlometreyekê dûrê bîra petrolê hatine bicihkirin.

Her wiha koçerên ku li herêmê dimînin, ragihandine ku ji ber lêgerîna petrolê ya li zozanê gelek cihên ku pez lê diçêrandin jî ji aliyê leşkeran ve hatine qedexekirin û ew ji ber vê gelek zehmetiyan dikişînin.

Her wiha hat zanîn ku dê li 90 noqteyên zozanê bîrên petrolê bên kolandin. Zozana ku çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê û koçeran e niha bi tunekirinê re re rû bi rû ye.  

Di vê navberê de hatiye diyarkirin, li Çiyayê Kato ku di navbera bajêrê Colemêrg û Şirnexê jî, li gelek noqteyan lêgerîna petrolê heye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Zozanên Feraşînê lêgerîna pertrolê dest pê kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *