Li Awustralyayê dê bo mafên gelê Aborîcîn referandûm bê  lidarxistin

featured
Arşiv
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Awustralya ji bo berfirehkirina mafên Gelê Aborîcînan di 14’ê Cotmehê de referandum li dar dixe.

Eger encama dengdanê erênî be wê Aborîcînên (Aborjîn)  li vî welatî ji aliyê Destûra Bingehîn ve bên naskirin.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese di derbarê referandûmê de daxuyaniyekê da û hin agahî parve kir in.

Albanese got, bi vê referandûmê ew plan dikin gelê Aborîcîn di parlamentoyê de temsîl bikin.

Temsîlkirina siyasî wê bi riya mekanîzmaya “Dengê Xweciyan” pêk were.

Serokwezîrê Awustralyayê di vê mijarê de wiha axivî: “Em ê bikaribin di warê meseleyên tenduristî, perwerde, îstihdam û hebûna xaniyan de rasterast civakên Aborîcîn guhdarî bikin.”

Hukumet plan dike eger encamê dengdanê erênî  be wê ji xweciyan komîteyek ava bike.

Ev komîte wê li ser polîtîka û projeyên ku bi xweciyan ve têkîldar pêşniyazan li Parlemana Federal a Awustralyayê bike.

Hukumeta federal dema di van meseleyan de biryarê bide, wê van pêşniyazan li ber çav bigire.

Di Gulana 2017’an de 250 lîderên civakên xwecî yên li Awustatralyayê daxwaza temsîlkirinê ya bi riya Destûra Bingehîn kiribûn.

Li Awustralyayê dê bo mafên gelê Aborîcîn referandûm bê  lidarxistin - Bo aborcinan referandum

Antony Albanese jî piştî serkeftina xwe ya hilbijartinê, di Gulana 2022’an de soza lidarxistina referandûmê dabû Aborîcînan.

60 hezar sal in li Awustralyayê ne

Aborîcîn koma gelên xwecî yên li Awustralyayê ne ku herî kêm 60, hezar sal in li vî welatî dijîn.

Ji 26 milyon nifûsa Awustralyayê nêzîkî 3.2 ji % ango nêzîkî 1 milyon kes Aborcîn in.

Aborîcîn ji aliyê demografyayê herî zêde li eyaleta New South Wales û Quenslandê dijîn.

Nifûsa civakên li van her du eyaletan bi qasî 60 ji % Aborîcînan e.

Ji dema mêtingeriya Brîtanyayê ya di sedsala 18. û vir ve rastî cudakariyê tên. (Înfowelat)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Awustralyayê dê bo mafên gelê Aborîcîn referandûm bê  lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *