Li Agiriyê hezkiriyên pereşûta berpalê li ser Gola Masiyan firiyan

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hezkiriyên pereşûta berpalê berê xwe dan Gola Masiyan û derdora wê ya li Agiriyê.

Gola Masiyan ya 30 kîlomêtro dûrî navçeya Taşliçayê ye û 2 hezar û 241 mêtro bilind e, zivistanê bi cemeda xwe û havînê jî bi xwezaya xwe balê dikişîne.

Li Agiriyê hezkiriyên pereşûta berpalê li ser Gola Masiyan firiyan - AA 20230901 32046917 32046901 AGRIDAKI BALIK GOLU VE CEVRESI YAMAC PARASUTU TUTKUNLARINI AGIRLADI

Endamên Kilûba Hewakariya Sportîf ya Wanê û pereşûtvanên berpalê (yamaç paraşütü) yên ji Agiriyê li herêma golê hatin cem hev.

Pereşûtvan li ber dîmenê Çiyayê Agiriyê pereşûta berpalê kirin û li asîman firîn.

Li Agiriyê hezkiriyên pereşûta berpalê li ser Gola Masiyan firiyan - AA 20230901 32046917 32046898 AGRIDAKI BALIK GOLU VE CEVRESI YAMAC PARASUTU TUTKUNLARINI AGIRLADI

Orhan Şanê pîlotê pereşûta berpalê û siruşthez diyar kir ku ji asîman derdora golê temaşe kirine û ev kelecaneke xweş e.

Orhan Şan destnîşan kir ku ji bo pereşûta berpalê hatine herêmê keşf bikin û got ji ber ku li derdorê çiyayên bilind hene û ji bo wesaîtan rê heye, ev der ji bo pereşûta berpalê xweş e.

Li Agiriyê hezkiriyên pereşûta berpalê li ser Gola Masiyan firiyan - AA 20230901 32046917 32046903 AGRIDAKI BALIK GOLU VE CEVRESI YAMAC PARASUTU TUTKUNLARINI AGIRLADI

Serokê Kilûba Hewakariya Sportîf ya Wanê Îlhan Gelgel jî anî ziman ku gol û derdora wê ji bo spora pereşûta berpalê baş e û got ku em ji Wanê bi ekîbeke ji 12 kesan pêk tê ji bo pereşûta berpalê hatine. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Agiriyê hezkiriyên pereşûta berpalê li ser Gola Masiyan firiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *