Li Xarpêtê tevî hatina demsala payîzê heyama çêkirina beniyan jî destpê kiriye.
![Tevî hatina payîzê dema çêkirina beniyan li Xarpêtê - Tevi hatina payize dema cekirina beniyan li Xarpete 1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Tevi-hatina-payize-dema-cekirina-beniyan-li-Xarpete-1-1024x683.jpg)
Herema Xarpêtê bi tiriyê xwe nav û deng e. Her sal di van deman de welatî li rezan tirî berhev dikin û dikin benî.
Welatiyên li Xarpêtê tiriyê hatiye berhevkirin, tevî axa spî ku taybet ya vê heremê ye, dikelînin û dikin dims. Ew vê dimsê diparizînin û cardin dikelînin. Piştî vê pêvajoyê guzên ku bi ben hatine vekirin têxin nava dimsê û bo zuha bibe li ber rojê tên daliqandin.
![Tevî hatina payîzê dema çêkirina beniyan li Xarpêtê - AA 20221012 29135077 29135062 ELAZIGDA ORCIK MESAISI BASLADI](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/AA-20221012-29135077-29135062-ELAZIGDA_ORCIK_MESAISI_BASLADI-1024x683.jpg)
Hilberkarê beniyan, Hidir Gecekuşu ku li gundê Erbîldê beniyan çêdike ev agahî dan, “Beniyên Xarpêtê navdar in. Eger îsal kesekî 5 kîlo kirîbe, saleke din ev dibe 25 kîlo. Daxwaz zêde ye. Sala borî min 4 ton çêkiribû îsal eger rewşa hewayê guncav be ez difikirim 5 heta 6 ton benî çêbikim.”
Herçiqasî di salên dawî de li parêzgehê kargehên çêkirina beniyan hatine avakirin lê kêm be jî ligel hemû zehmetiyan bi awayekî xwezayî berhemanîna beniyan tê berdewamkirin.
![Tevî hatina payîzê dema çêkirina beniyan li Xarpêtê - Tevi hatina payize dema cekirina beniyan li Xarpete 6](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Tevi-hatina-payize-dema-cekirina-beniyan-li-Xarpete-6-1024x683.jpg)
Li gor zanyariyên Komeleya Piştgirî û Çandê ya Xarpetê beniyên ku bi awayekî xwezayî tên çêkirin berî 4 salan ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirk ve hatiye tomarkirin.
![Tevî hatina payîzê dema çêkirina beniyan li Xarpêtê - AA 20221012 29135077 29135062 ELAZIGDA ORCIK MESAISI BASLADI 1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/AA-20221012-29135077-29135062-ELAZIGDA_ORCIK_MESAISI_BASLADI-1-1024x683.jpg)
Niha jî bi rêya veguhestina wan kesên koçî welatên Ewropayê wek Almanya, Hollanda, Beljîka û Fransayê kirine, êdî li Ewropayê jî tê naskirin û tê daxwazkirin.
Serhat News
(lg)
Jêder: Rûdaw