Armançgirtina çapemeniyê a ji aliyê AKP’ê ve li Wanê bûye sedema bertekan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas bi ser medya civaki çapemenî kir armanç. Ev peyama Arvas bi ser hesava Twîtterê ya fermî a rêxistina AKP’ê ve jî hat parvekirin. Armançgiritina çapemeniyê ya ji aliyê AKP’ê ve li Wanê bûye sedema bertekên tund.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Mahmut Tanal’ın pirsgirêkên Wanê anîbû rojeva meclîsê û piştî vê jî di navbera parlamenteren AKP’ê û Tanal de hin nîqaşan destpê kiribû. Herî dawî Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas bi ser hesaba xwe ya Twîtterê Tanal ê CHP’î û Serhat News armanç girtibû. Arvas di peyama xwe de gotibû, “@MTanal ê ku di cemaweriyê de herkes wî wekî heskiriyê terorê nas dike û bi hevkarê xwe yê li Wanê Serhat News re, bi hevdem dixebitin. Her du baş li hev hatine”

Rêxistina AKP’ê jî armanc girtiye

Rêxistina AKP’ê ya Wanê jî bi ser hesaba xwe ya fermî a Twîtterê heman peyam bi sernavê “Hdpkk û CHP’ê dest dane hev” parve kir. Ev peyamên AKP’ê ku bi zelalî çapemeniyê armanc dide nîşandan jî rastî gelek bertekan hatin. Rojnamevan û welatiyan, peyamên Arvas, jêgirtin, di binê wan de bertekên xwe nivîsandin.

Di van parvekirinan de ji rêxistinên çapemeniyê hate xwestin ku li hemberî van hewldanan bêdeng nemînin.

Bang ji rêxistinên çapemeniyê re bang

Rojnamevan Bekir Guneş, bertek nîşanê armancgirtina çapemeniyê da û ev peyam belav kir: “Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas beyî ku yasaya sansurê derbas bibe ji meclîsê, dest bi armancgirtina malperên nûçeyan kiriye. Divê rêxistinên çapemeniyê bêdeng nemînin. @serhat news ne tenê ye. Ev vê helwestê bi tundî şermezar dikim”

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul jî bertekên xwe anîn ziman û “Hêdî hêdî şampiyên, te xêre, ev terzekî axaftinê ya çewaye. Yê tu dikî armanc ye @MTanal parlamentere ya din @serhat news e ku saziye çapemeniyê ya cidiye. Tu wisa nikarî bi gotinên efsûnî yên wekî “Terok” û “Tevkar” asta xwe veşêrî. Cemawerî hemû kesî ji nêz ve nas dike”

Rojnamevan Îshak Kara ku li Wanê rojnamevaniyê dike jî bertekên xwe anîn ziman û di peyama xwe ya bi ser Twîtterê de wiha got: “Tevî ku li Wanê ev qas pirsgirêk li holê ne bi rojevên çêkiri gel tê mijulkirin. Beyî hatina zivistanê parlamenter bi armancgirtina @serhat newsê dixwaze hin tiştan ji ber çavên gel bide windakirin. Ez vê nêzîkatiyê bi tundî şermezar dikim.”

Rojnamevan Oktay Candemîr jî bi heman şiklî bertekên xwe anîn ziman û di peyama xwe de ev tişt gotin: “Di çapemeniya Wanê de dixwazin şahidê bozaci bikin şiraci… Belê beroş dizivire, lê dema dizivire jî deng jê tê. Wekî Parlamenterê Wanê Arvas”

Welatiyan jî bertek nîşandan

Di hesaba xwe ya bi navê ‘bêwelat’ de welatiyekê bertek nîşanê Parlamenter Arvas dan û wiha got: “Ka dev ji lakirdiyên vala berde. Wekî wekîl hûn niha çi dikin. Mînak, pirsgirêka me ya balafiran heye, pirsgireka bêhnê, pirsgirêka çopê, ji bilî alîgiran, pirsgirêka betaliyê, pirsgirêka randevuyan di nexweşxaneyan de, rêzên li ber PTT’ê û hêj hejmarek zêde pirsgirêk ku ez nikarim bijmêrim, hûn çi dikin????”

Her wiha welatiyek din bi ser hesaba bi navê ‘Altan duz’ jî bertek nîşan da û ev tişt rêz kirin: “Mixabin, qasî dinyayê pirsgirêkên Wanê hene. Ew tiştek rast nîne ku parlamentereke ku pirsgirêk anîne rojevê wiha bê armancgirtin. Min axaftina Tanal guhdar kir. Hemû pirsgirêk rêz kirine. Kêm gotiye, zêde ne gotiye. Wanê, xwedî jî nîne, wekîl jî”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Armançgirtina çapemeniyê a ji aliyê AKP’ê ve li Wanê bûye sedema bertekan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *