Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê, di çarçoveya kooperatîfvanî û pêşvebirina çandiniyê, li Gundê Kanîmîra ya navçeya Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin. Bi vî avayî tê armanckirin ku ji bo aboriyê di çarçoveya kooperatîfvaniyê de derfetên nû bo welatiyan bên afirandin.

Li gundê Kanemîra ya bi ser Navçeya Şaxê ya Wanê, bi mebesta rêxistinkirina çandiniyê û pêşvebirina kooperatîfvaniyê, bi pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Rêxistina HDP’a Wanê şitlên lewantayê hatin çandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci û Hevşeredarê Artemêta Medenî Ozer ku li şûna wan kayum hatiye diyarkirin, tevî hejmarek niştecihên Kanemîrayê tevli çandina şitlan bûn.

‘Me diyarkir ku, pêwîste em bê şaredariyê jî şarevaniyê bikin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci li vir, da zanîn ku wan bo ku muhtaciya gel ji holê rakin biryar dane projeyek wiha bidin destpêkirin. Avci, wiha berdewam kir: “Me dixwest bi derfetên şaredariyê gelê xwe ji vê muhtacbûnê xelas bikin. Em ji bo wê hatin ser peywirê. Lê, hê em 3 mehan li ser peywirê neman, derfetên şaredirayê bi zora dewletê ji destê me girtin. Îradeya gel binpêkirin. (Li ser vê) Em jî bi rêveberiya şaredariyê ya di dema me de peywir wergirtibûn re li hev civiyan. Me got gelê her çiqas derfetên şaredariyê di destê me de tunebin jî em nikarin ji gelê xwe re tiştek bikin. Em li ser vê hinekî hûr bûn. Hinek proje derketin pêş. Me diyarkir ku, pêwîste em bê şaredariyê jî şarevaniyê bikin.”

Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin - Mustafa Avci
Mustafa Avcı

Her wiha Avci, di dawiya axaftina xwede destnîşan dike ku ji bo ku ev belengaziya gel ji holê rabe pêwiste cardin, gel vegere ser axa xwe û wiha pêde çû: “Divê, gelê me bikeve pêvajoya hilberînê. Muhtacê weqfa wana nebe, muhtacî qeyum nebe, muhtacî desthilatdariya Enqerê nebe û bikare xwe bi xwe îdareya xwe bike.”

Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin - Li Saxe sitlen lewantaye hatin candin 1

‘Ax pîroz e’

Welatiyê bi navê Şeref Yildiz, ji gundê Kanemîra yê ye û  ev nêzî 27 salane li Stenbolê jiyan kiriye û niha bo vî karî vegeriyaye gundê xwe jî got ku ax tiştekî gelek pîroze û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Piştî 27 salan pêwîst bû ku em vegerin ser axa xwe; warê bav û kalên xwe. Eger em li ser axa bav û kalên xwe jiyanek nû ava nekin, jiyan di pêşerojê de dê hem bo me bibe zor û zehmet, hem jî ji bo zarokên me. Ji ber wê jî îro em li vir şitlên lewantayê diçînin.”

Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin - Seref Yildiz
Şeref Yildiz

‘Bila gelê me vê mînakê li ber çavan bigire’

Hevşaredarê Navçeya Artemêta yê Wanê Medenî Ozer ê ku li şûna wî jî qeyum hatiye ragihandin, ji ber vê xebatê spasiyên xwe pêşkeşî kesên ked dane re kir û da zanîn ku ev xebat bo heremê bûye mînak. Ozer di vê çarçoveyê de hêviyên xwe yên ji ber vê xebatê anî ziman û wiha got: “Em jî li bendê ne ku gelê me jî vê mînakê ber çavan bigire. Bi rastî îro bi sedan ciwanên me ji ber sedemên aboriyê diçin welatên xerîbiyê yên nexweş. Di bin zordestî û kedwariyê de niqarin heqê keda xwe bidest bixin. Ev (xebate) jî dibe mînak bo ku malbat û ciwanên me êdî xwedî li vî xweza û axa xwe derkevin.”

Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin - Medeni Ozer
Medenî Ozer

‘Bo aboriyê ev mînakek baş e’

Ozer, di zanîn ku çandina lewantayan wê bo gel bibe çavkaniyek nû ya aboriyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Havînê bi hezaran malbat bo berhevkirina pincar tên vê derê û bo penîr van pincaran berhev dikin. Ji bilî vê jî lawanta wê bibe mînak. Bo aboriyê jî ev minakek başe. Ji vir şûn ve êdî malbat û ciwan dikarin xwedî li baxçe û baxên xwe derkevin. Ev jî dê bo hemû kesî bibe mînekek baş.

Nûçe/Montaj: Baran Tarhan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şaxê şitlên lewantayê hatin çandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *