Tevî zêdebûna nexweşiyê puana rapora wê daketiye jêr!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di sala 2020’an de ji Fevziye Ugur a 93 salî re bo sê salan bi rêje ji sedî 96 rapora astengdariyê hate dayîn. Lê di meha derbasbûyî de tevî ku Ugur ketiye nav cihan û nexweşiyên wê girantir bûne, jê re bi rêjeya ji sedî 56 rapor hatiye dayîn. Biboneya ku Ugur bi vê puanê nikare “Meaşê xwedîkirinê” bistîne, malbat bi qazinc e.  

Tevî zêdebûna nexweşiyê puana rapora wê daketiye jêr! - engelli rapur puani dusen ugur 2 1024x682 1

Jina nexweş Fevziye Ugur a 93 salî ku li Navçeya Artemêt a Wanê jiyan dike, par kete xwarê û hestiyê kemaxa wê şikest. Pişt re wê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê de emeliyetek jî derbas kir, lê dîsa jî nekarî rabe ser piyan. Ugur ku di heman demê de di warê dîtin û bihistinê de jî pirsgirêkan jiyan dike, di sala 2020’an de bi rêje ji sedî 96’an bo sê salan raporek tenduristiyê wergirt û bi ser vê raporê jê re “Meaşê xwedîkirinê” hate girêdan.

Tevî zêdebûna nexweşiyê puana rapora wê daketiye jêr! - engelli rapur puani dusen ugur 1 750x1000 1

Encax niha rapora wê ya sê salan ber bi dawîbûnê ve tê. Bi ser vê yekê malbata Ugur ku rewşa wê ya aboriyê pir xerabe, di 6’ê Hezîran derbasbûyî de bo ku ji nexweşa xwe re raporek nû bistînin serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hêrêma Wanê da. Lê nexweşxaneyê ji Ugur a ku ketiye nava cihan û nikare rabe ser piyan bi rêje ji sedî 56 rapora tenduristê amade kir. Mixabin malbata Ugur bi vê puanê niha nikare “Meaşê xwedîkirinê” bistîne. Bûka Ugurê ya bi navê Nursen Ugur diyar kir ku li ser îtîraza wan, nexweş ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erziromê re hatiye arastekirin. Bûka wê Nursel Ugur ev agahî dan: “Par hestiyê kemaxê yê xesûya min şikest. Piştre emeliyat bû. Ji demê vir ve ew di nava cihan de ye. Di sala 2020’an rapora bo 3 salan dane wê. Niha bijîşkan puana raporê daxistine. Ji ber vê jî em nikarin meaşê xwedîkirinê bistînin.”

Tevî zêdebûna nexweşiyê puana rapora wê daketiye jêr! - engelli rapur puani dusen ugur 4 750x1000 1

Ugur diyar dike ku ew nikarin nexweşên xwe ji nava Wanê bibin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê û da zanîn ku ji wan hatiye xwestin ku nexweşê bibin Erziromê. Di vê derbarê Ugur wiha dibêje: “Em nikarin wê ji vê derê bibin nexweşxaneya herêmê, îca emê çewa bibin Erziromê? Ev 5 sale ew di nava cihan de ye. Tenê 3 salan meaşê xwedîkirinê dane me. Rewşa me ya aborî baş nîne. Em nikarin jê re mama, pateyê binî û pêdiviyên din bistînin. Em dixwazin rapor were sererastkirin û meaşê wê cardin bê girêdan.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tevî zêdebûna nexweşiyê puana rapora wê daketiye jêr!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *