Erdogan: Esed dixwaze Tirkiye ji Sûriyê derkeve, tiştek wisa nabe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê vekişîna ji Bakûrê Sûriyeyê de got “Mixabin Esed ji Tirkiyê dixwaze ku ji Bakurê Sûriyê derkeve. Tiştek wisa nabe. Ji ber ku em li wê derê li dijî terorê têkoşîn dikin.

Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan beriya biçe Erebistana Siûdî li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan di civîna çapemeniyê de, têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên Kendavê, vekişîna Rûsyayê ji peymana dexlûdanan û têkiliyên bi Sûriyê re jî nirxand.

Li ser civînên çaralî yên di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Îranê û asayîkirina peywendiyên bi Sûriyê re, Erdogan dibêje “Rewşeke me ya weke girtina deriyan bi Sûriyê re nîne. Derî vekiriye, derbarê van lûtkeyên çaralî de jî bila ev lûtkeyên çaralî bên kirin, lê em di xala hevdîtinina bi Beşar Esed re ne girtî ne, em dikarin hevdîtin bikin. Hemû mesele, şêwaza ku ew nêzikî me dibin giring e.”

Herwiha Erdogan derbarê vekişîna ji Tirkiyê ya ji Bakûrê Sûriyeyê de jî got “Niha helbet li Sûriyê Esed mixabin ji Tirkiyê dixwaze ku ji Bakurê Sûriyê derkeve. Tiştek wisa nabe. Ji ber ku em li wê derê li dijî terorê têkoşîn dikin. Yanî heta li sînorê me ev terorîst hebin, em dê çawa derkevin. Tirkiyeyeke ku bi berdewamî li wê derê di bin gefan de ye heye. Ma ew dikare heman îfadeyê ji welatîn cuda re bikar bîne? Nikare bikar bîne, ji ber wê jî em li nêzikatiyeke li ser heqiyê digerin. Piştî ku wê nêzikatiya ser heqiyê çêbû mesele tuneye, em ê van hemûyan derbas bikin.”

Li aliyê din Serokkomarê Erdogan li ser têikiliyên bi welatên Kendavê re got “Krîzên li alema Îslamê pêwîstî bi şêwirmendî û hevkariya nêzîk di navbera Tirkiye û welatên kendavê de heye.”

Erdogan dibêje “Di 20 salên dawî de qebareya bazirganiya me ya dualî ya bi welatên Kendavê re ji 1,6 milyar dolarî derketiye 22 milyar dolarî.”

Erdogan her wiha li ser bidawîkirina peymana genim got “Ez bawer dikim ku Serokê Rûsyayê Pûtîn dixwaze ku ev pira mirovahî berdewam bike.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdogan: Esed dixwaze Tirkiye ji Sûriyê derkeve, tiştek wisa nabe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *