UNESCO’yê Sûr û Baxçeyên Hevselê xistiye lîsteya xwe ya “Mîrateyên di Xeteriyê de ne”

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sûrên bajarên Amedê û Baxçeyên Hevselê di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de bûn. Niha xistine nava “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de ne.”

UNESCOyê bi lêkolîna sûr û avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahiyên qeydkirî di bin navê “îmarê” de hatin xerakirin û li şûna wan beton hatiye rokirin. UNESCOyê pêşnûmeya biryarê ji bo sûrên bajêr û Baxçeyên Hevselê amade kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de behsa wêrankirin û rûxandinan hatiye kirin. Her weha di raporê de hatiye destnîşankirin ku divê sûr û baxçeyên Hevselê bi “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de ne” were parastin.

Biryara ku hê jî pêşnûme ye, tê payîn ku di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku dê di 9ê îlonê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxistin, teqez bibe.

Midûra berê yê Muzeya Amedê Nevîn Soyukaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî mijarê weha gotiye:

“Xemgîn im! Tişta ku wê piştî van hemû rûxandinan û talanê biqewime ev bû. Nava Sûrê bi awayekî plankirî û sîstematîk hat îmhakirin. UNESCOyê biryar da ku Kela Amedê û Baxçeyên Hewselê ku mîrateya cîhanê ne, di bin navê Herêma Peyzaja Çandî ya Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de bê parastin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
UNESCO’yê Sûr û Baxçeyên Hevselê xistiye lîsteya xwe ya “Mîrateyên di Xeteriyê de ne”

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *