Li Wanê 10 welatiyên ku çend roj beriya niha hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.
Li Wanê di 3’yê sibatê de 10 welatî di encama serdagirtina malan de hatibûn desteserkirin. Piştî kiryariyên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Ewlekariyê, kesên desteserkirî, sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji binçavkiriyan Burhan Koçak, Zîlan Koçak, Mesut Gul, Hamdî Ertaş û Şengul Aci piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava û Adil Aslan, Turgay Arîs, Ersîn Turgut û Nevzat Kutas jî ji aliyê Dadgeriya Sulh Ceza ya Wanê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Her 10 kes li ser îfadeyên şahidê eşkere Mehmet Oner hatibû binçavkirin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)