Wezîr Koca ji ber germahiyê hişyarî da welatiyan

featured
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ber hewayê germ hişyarî da welatiyan û bi taybet jî daxwaz kir ku nexweşên dil û damaran baldar bin.

Tevahiya Tirkiyeyê dibin pêla hewayê germ daye. Pispor hişyarî didin ku kesên nexweşiyên kronîk pêre heyî, heta ku mecbûr nebin di saetên nîvro de dernekevin derba.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di vê derbarê li ser hesabê xwe ya medya civakî peyamek belav kir.

Koca di peyama xwe de ragihand ku nexweşên demar û dil divê li hemberî germê baldar bin û got, “Ji ber ku di germahiyê de xwîna wan hişk dibe, dibe ku krîza dil bi wan re çêbibe. Xwîna kesên ku nexweşiyên wan ên dil û demaran hene hişk dibe”

Fahrettîn Koca di berdewamiyê de wiha gotiye: “Germahî ji bo tenduristiya me dibe sedema gelek metirsiyan. Wekî mînak xwêdana ku dibe sedema jidestdana ava laş, rêjeya xwînê kêm dike. Di encamê de jî xwîna kesên ku nexweşiyên wan ên dil û demaran hene hişk dibe. Ji ber vê jî dibe ku bûyerên krîza dil bên dîtin.

Wezîr Koca tevî peyama xwe vîdeoyek jî belav kir ku bijîşkeke pispor a nexweşiyên dil û demaran tê de diaxive.

Ew bijîşk, di vîdeoyê de ku behsa hinek tedbîran dike ku divê  li hemberî germahiya zêde haya nexweşên dil û demaran ji wan hebe.

Pêla germahiyê li Tirkiyeyê berdewam e

Hêjayî gotinêye ku bajarên wekî Riha, Mêrdîn, Amed û Şirnexê germahî 40 pileyî derbas dike. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku dê germahî vê hefteyê jî berdewam be. Meteorolojiyê her wiha hişyarî da welatiyan ku li hemberî germahiya zêde tedbîrên xwe werbigirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîr Koca ji ber germahiyê hişyarî da welatiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *