Wezîr Koca: Varyanta nû ya Covîd-19’ê ‘Erîs’ li Tirkiyeyê jî hatiye tespîtkirin

featured
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku li Tirkiyeyê varyanta nû ya Covîd-19’ê ‘Erîs’ bi ser 9 kesan de hatiye tespîtkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî derbarê Covid-19ê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.

Kocayî got ku li Tirkiyeyê jî kesên bi varyanta “Eris”ê ya vîrusê ketine hene “rewşeke ku mirov jê bitirse nîne”:

“Li laboratûvara me ya referansê de lêkolîn hatin kirin. Di encamê de derket holê ku 9 kes bi varyanta Erisê ketine. Em dizanin ku hêza wê ya nexweşxistinê (vîrulans) ya Erisê kêm e. Peywendiya wan bi derveyî welat re heye û hemû li heman bajarî ne. Em ê tedbîrên xwe û jiyana xwe ya rojane berdewam bikin.

Li welatên din rewş berbelav e, ihtimal hebû ku li cem me jî derkeve. Em ê mezinên xwe, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, biparêzin.”

Li cîhanê li zêdetirî 50 welatî gelek kes bi varyanta Erîsê ya Covid-19ê ketine. Li welatên Ewropayê jî belav dibe.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC) Tedros Adhanom Ghebreyesûsî demeke berê gotibû ku beriya zivistanê, hejmara kesên bi Covid-19ê dikevin, li nîvkada cîhanê her diçe zêde dibe, li hin herêmên Rojhilata Navîn û Asyayê mirov pê dimirin û li Ewropayê jî hejmara kesên li beşên nexweşiyên giran ên nexweşxaneyan tên dermankirin jî zêde dibe

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîr Koca: Varyanta nû ya Covîd-19’ê ‘Erîs’ li Tirkiyeyê jî hatiye tespîtkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *