Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Turk tevî biryara dadgehê ji kar re nehatiye vegerandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Ayşe Turk ku di demê rêveberiya Kayum Sînan Aslan de rastî mobîngê hatibû, doza ku derheqê şaredariyê de vekiribû qezenç kir. Dadgehê pêkanîna mobîngê piştrast kir û biryar da Turk vegere ser kar. Lê Turk hê ji kar re nehatiye vegerandin.

Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Ayşe Turk di sala 2015’an de wekî personela zabitayê dest bi kar kir û heta 2021’an jî bênavber li vir xebitî. Lê Turk, ji aliyê Kayum Sînan Aslan ku ji ber FETO’yê hatiye îhrackirin, bê diyarkirina sedemekê ji kar hate derxistin.

Turk diyar dike ku bi avayekî bêhiqûq ew ji kar hatiye derxistin û wiha got, “Dema ez li zabitayê bûn, biryar hate girtin ku ez wekî xebatkarê paqijiyê bixebitim. Min ev yek qebûl nekir û bi rêya noterê, di çarçoveya xala 22’an ya qanûna kar de min îhtarnameyek da şaredariyê.”

‘Kayûmê ku ez ji kar derxistim ji FETO’yê hat îxrackirin’

Turk, derbirî ku beyî ew îhtarname bide û ji kar were derxistin, gelek caran cihê wê yê kar hatiye guhertin û wiha domand: “Cihê xebatê her tim dihate guhertin. Min hem zanîngeh qedandiye û hem jî hîndekariya min ya platesê heye. Ji ber vê ez li Midûriyeta Ciwan û Sporê hatin peywirdarkirin. Li vir tevî kesayetîma min ya sporvaniyê hate xwestin ku ez di salona sporê de karên cuda bikim. Jixwe min piştî vê dest bi têkoşînê kir.”

Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Turk tevî biryara dadgehê ji kar re nehatiye vegerandin - ihrac edilen turk 1024x768 1
Ayşe Turk

Piştî ku ew ji kar hatiye derxistin, wê dest bi têkoşîna hiqûqî kiriye û diyar dike ku piştî salekê dadgehê biryar daye ku ew vegere ser kar. Turk ku tevî biryara dadgehê ji kar re nehatiye vegerandin wiha axivî: “Wê heyamê min gelek zehmetî kişandin. Derûniya min têk çû. Hin krediyên min hebûn û debara malbatê jî li ser milê min bû. Piştî ku 8 salan ez li şaredariyê xebitîm, min nekarî di sektora taybet de kar bidest bixim. Aliyê din ez di nava civakê de jî rastî hin pêkutiyan hatim. Min ev yek gelek hîs kir.”

Parêzer Cîhat Dûrmaz jî da zanîn ku piştî biryara dadgehê ji bo vegerandina ser kar ya Turk bi şaredariyê re hevdîtin pêkanîne û wiha got, “Di hevdîtînê de ji me re hate gotin ku ew naxwazin bi Turk re bixebitin û biryar dane ku tazmînata Turk bidin wê û venegerînin ser kar. Mafekî yê wiha heye. Lê Ayşe ev du sale bêkar e. Ew mexdûr bûye. Di rewşê wiha de tenê tazmîna 4 mehan didin. Ger ev tazmînat bi ser biryara dadgehê be, vê car derdikeve 8 mehan. Lê ev jî têra wê nake ku mexdûriyet ji holê rabe. Em niha bo tazmînata qidemê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Turk tevî biryara dadgehê ji kar re nehatiye vegerandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *