Li Wanê 3 kes bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artemêt ya Wanê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 3 welatî hatin desteserkirin. Li van kesan hejmarek koçber jî hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, çarçoveya xebatan de roja 20’ê Tîrmehê tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxcîtiya Koçberan li navçeya Artemêtan operasyonek lidarxistin e.

Di operasyonê de di xaniyekî ku di bin axê de hatibû çêkirin û ser wî bi naylonan hatibû grtin hejmarek koçber hatin desteserkirin. Herwiha 3 welatiyê ku wan di sînor re derbas kiribûn û li wê derê bi cih kiribûn jî hatin desteserkirin.

Koçberên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wanê hatin radestkirin. 3 kesên bi hinceta qaçaxcîtiyê hatin desteserkirin jî bo Rêveberiya Ewlekariya Wanê hatin birin û derbarê wan de karên yasayî hatin destpêkirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê 3 kes bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *