Xercên pasaport û ehliyetê hatin zêdekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji sala nû û pê ve xercên pasaport û ehliyetê bi rêjeya ji sedî 122.9 hatin zêdekirin û biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Bûhayê xercên pasaport û ehliyetê yên sala nû di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gor vê, ji xercan pasaport û ehliyetê re ji sedî 122.93 zam hatiye kirin.

Li gor biryara nû xerca pasaportên 6 mehan ji 309 lîreyan, derket 689 lîre û xerca pasaportên 4 sal û zêdetir jî ji hezar û 478 lîreyan, derket 3 hezar û 295 lîre.

Herwiha xerca ehliyetê ya pola A ji 370 lîreyê derketiye, 825 lîre û 87 qirûşan, xerca pola B jî ji hezar û 116 lîre û 90 qirûşan, derketiye 2 hezar û 489 lîre û 77 qirûşan.

 Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xercên pasaport û ehliyetê hatin zêdekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *