1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Yekemîn pêketiyê sorsorka meymunê hat dîtin

Yekemîn pêketiyê sorsorka meymunê hat dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Tendirustiyê yê Fahrettin Koca diyar kir ku li Tirkiyê yekemîn pêketiyê sorsorka meymûnê hatiye dîtin.

Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Li nexweşekî me vîrûsa sorsorka meymûnê hat dîtin. Nexweş 37 salî ye, pirsgirêka wî ya pêrahatinê heye. Hatiye tecrîdkirin.”

Koca herwiha destnîşan kiriye, “Şopandina kesên têkildar hate kirin, pêketiyekî din nehatiye tomarkirin. Wek tê zanîn ev nexweşî ne bi rêya nefesê, bi têkiliya (temas) nêzîk belav dibe.”

Vîrûsa sorsorka meymûnê yekemîn car sala 1958’an li ser meymûnekê hat dîtin û sala 1970’ê yekemîn car li Komara Kongo ya Demokratîk mirovek bi vê virûsê ket.

Sala 2022’ê jî yekem car 6’ê Gulanê li Brîtanyayê pêketina kesekî bi vîrûsa sorsorka meymûnê hatibû tomarkirin û niha pêketina bi vê vîrûsê li zêdetirî 50 welatan hatiye qeydkirin.

Serhat News
(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Yekemîn pêketiyê sorsorka meymunê hat dîtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *