YSK: Li derveyî welat heta niha zêdetirê 1 milyon û 650 hezar deng hatine bakaranîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihand ku li derveyî welat heta niha 1 milyon 666 hezar û 824 welatiyan dengên xwe bikaranîne.

Dengdayînên bo hilbijartinên 14 Gulanê, li nûnertiyên derveyî welat û deriyên sînoran berdewam dikin. Welatiyên ku li derveyî welat jiyan dikin, wê bikarin heta 9’ê Gulanê deng bikarbînin û dengdayîna li deriyên sînoran jî wê heta 14’ê Gulanê berdewam be.

Tevî ku li van deran dengdayîn didome, YSK’ê hejmara dengên li derveyî welat hatine bikaranîn jî eşkere kir. YSK’ê ragihand ku heta duhî 1 milyon û 666 hezar û 824 welatiyan dengên xwe bikar anîne.

Ji wan 1 milyon û 556 hezar û 469 deng li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û 110 hezar û 355 deng jî li deriyên sînorî hatine bikaranîn.

Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li gor daneyên YSK’ê li derveyî Tirkiyê 1 milyon 526 hezar û 615 deng hatibûn bikar ananîn û ev jî di nava hemû dengan de teqabûlê ji sedî 5 dengan dike. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
YSK: Li derveyî welat heta niha zêdetirê 1 milyon û 650 hezar deng hatine bakaranîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *