10 kesên li Stenbolê hatibûn desteserkirin hatin berdan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê 10 kesên ku çend roj beriya niha di encama serdagirtina malan de hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.

Di 23’yê Kanûnê de li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de, li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehîr û Sancaktepeyê polîsan operasyonek lidar xisti bû.

Di encama operasyonê de, rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sancaktepeyê Kerîm Kiliç û Ahmet Ozbey, Melek Aydogan, Şukran Altûnkaynak, Devran Kaya û Muhîttîn Guler jî di nav de 10 kes bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.  

Ji van kesan 2 kes ji Midûriyeta Ewlekariyê piştî îfadeyên wan hatin wergitin, serbest hatin berdan.

8 kesên din jî piştî ku kar û barên îfade wergirtinê qediyan ji Edliyaya Stenbolê re hatin veguhestin. Li vir tevî ku îfadeyên wan ji aliyê dozger ve hatin wergirtin, 8 kes serbest hatin berdan. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
10 kesên li Stenbolê hatibûn desteserkirin hatin berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *