Anonymousê piştî radestkirina penaberê Kurd Tat sîteyên Swêdê hack kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koma hacker a bi navê Anonymous li ser radestkirina penaberê Kurd ê bi navê Mahmut Tat bo Tirkiyê, malpereke fermî ya hikumeta Swêdê û malpera fermî ya nûçeyan a wî welatî hack kir

Penaberê kurd ê bi navê Mahmûd Tat ji aliyê Swêdê ve çend roj beriya niha ji Tirkiyeyê re hatibû radestkirin.

Ev biryara Swêdê di nav piraniya saziyên mafên mirov û kesayetan ve bû sedema bertekan.

Koma hacker a bi navê Anonymous weke karvedanek bo radestkirina penaberê Kurd  malpereke fermî ya hikûmeta Swêdê “sweden.gov.se” û malpera wê ya fermî ya nûçeyan “tt.se” hack kir.

Anonymous girtina wan malperên Swêdê li ser hisabê xwe yê Twitterê ragihandiye û gef li hikûmeta Swêdê xwariye û dibêje “Eger hikumeta Swêdê li ser radestkirina girtiyên siyasî bo rejîmên faşîst berdewam be, em dê bi rawestandina sîsteman nesekinin û wan jinav bibin.”

Mahmut Tat kiye?

Mahmut Tat eslê xwe ji Dêrsimê ye û di sala 2015’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” bi 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Wî piştre weke penaberê siyasî koçî Swêdê kiribû. Tat, di 22’ê Mijdara îsal ji aliyê polîsên Swêdê ve hatibû destserkirin bo Tirkiyê hatibû radestkirin.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Anonymousê piştî radestkirina penaberê Kurd Tat sîteyên Swêdê hack kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *