ARSÎSA Bang li Malbatan Dike ku bo Zarokên Xwe Dersa Kurdî Bijêrin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkîyê heta roja 21’ê vê mehê xwandekarên polên 5-6-7 û 8’ê dikarin wek dersa bijartî zimanê Kurdî bijêrin.

Hejmarek partî, platform, rêxistin û sazî bang li malbatên û şagirtan dikin ku ew dersa Kurdî bijêrin.

Endamê Komela Arsîsayê Murat Sekmen ku ew wek komela li bajêrê Wanê perwerdeya zimanê Kurdî didin, dibêje ku bizava bijartina dersê Kurdî kêm be jî girîng e. Wî got ku divê bi awayekî xurt daxwaza dersa Kurdî were kirin.

“Em wek xebatkarên qada ziman, wek berdevamîya TZP-Kurdî û Kurdî-DER’ê polîtîkaya me ya gelemperî bi salan daxwaza me ew bû ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Li Kurdîstanê 90 ji sedê Kurdani di şertekê wiha de ziman bijartin kêm dibînin. Lê eger malbat li tevahîya Kurdîstanê wekî pêleke mezin bijartina dersên Kurdî xedî derkevin, ev dê bibe gaveke pir girîng.”

Mamoste Sekmen dîyar kir ku niha li Tirkîyê mîlyonan zarokên Kurd bi zimanê dayîkê perwerdê nabînin û li ser wan asîmîlasyoneke mezin heye.

“Divê em wek sazîyeke ziman heta dawîye li vê pêngavê xedî derkevin. Qet nebe jî bi vê daxwaza zimanê Kurdî dê ew tirsa û xofa ser ziman belav bike.”

Hêjayî gotinê ye ku derra Kurdî cara pêşîn di 2013’an de di dema pêvajoya çareserîyê de, ku wê çaxê navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hikûmeta Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) hevdîtin hebûn, li dibistanên Tirkîyê hatibû dayîn.

Jêder: VOA

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ARSÎSA Bang li Malbatan Dike ku bo Zarokên Xwe Dersa Kurdî Bijêrin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *