AYM: Herî zêde mafê darizandina adil hatiye binpêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Daneyên darizandinên sala 2021’an, ji aliyê Wezareta Dadê ve hatin eşkere kirin. Li gor vê herî zêde serlêdan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di warê “Binpêkirina mafê darizandina adim” de hatine kirin. Her weha hejmara kesên ji ber binpêkirina “qedexeya îşkence û kiryarên xirab” jî zêde bûye.

Li gor nûçeya Rojnamevan Derya Okatan a ji Bîanetê, di sala 2021’an de 66 hezar kesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.

Dadgehê di 11 hezar û 830 serlêdanan de biryar daye ku bi kêmanî mafek hatiye binpêkirin. Binpêkirina “Mafên mal û milkan” û “Qedexeya cidakeriyê” jî li dû wê tên. Hejmara dozên ku ji ber “di nava gel de kîndarî û dijminatiyê çêdike” vedibin, gelekî zêde bûye.

Di dema Rewşa Awarte de binpêkirin zêde bûne

Her wiha hatiye ragihandin ku di sala 2014’ê de 20 hezar û 578 kesî serî li Dadgeha Destûrî dane. Lê ev hejmar di sala 2021ê de bûye 66 hezar û 121. Rêje di sala 2016’ê de dema Rewşa Awarte hatibû ragihandin, herî zêde bilind bûye.

Kesên ku ji ber “Binpêkirina qedexeya îşkence û kiryarên xirab” serî li dadgehê dane di sala 2014’ê de 208 bû lê ev hejmar di sala 2021’ê de bûye 4 hezar û 286.

Bo dadgehê, herî zêde bi sedema “Binpêkirina mafê darizandina adil” serlêdanên şexsî hatine kirin. Di sala 2014’ê de 16 hezar û 768 kesî bi vê sedemê serî lê daye. Di sala 2021’ê de ev hejmar derketiye 113 hezar û 524 kesî.

Gelek maf hatine binpêkirin

Dîsa hejmara serlêdanên ji bo desteserkirin û girtinên nehiqûqî yên li gorî “Binpêkirina mafê azadî û ewlehiya şexsan” zêde bûye. Di sala 2021’ê de ji ber vê sedemê 12 hezar kesî serî li dadgehê daye. Ev hejmar di sala 2014’ê de nêzîkî hezar û 500’î bû.

Hejmara kesên ku ji ber sedema “Cudakarî li wan bûye” di sala 2014ê de 4 hezar bû. Di sala 2021’ê de ev hejmar bûye 12 hezar û 535. di nava heşt salan de 60 hezar û 196 kesî ji ber vê sedemê serî lê daye.

Her weha 3 hezar û 682 kesî ji ber “mafê wan ê azadiya xwe îfadekirinê binpê bûye” serî lê daye. Hev hejmar di sala 2014’ê de 643 bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AYM: Herî zêde mafê darizandina adil hatiye binpêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *