Di çalakiyên bo Jîna Amînî de 5 kes hatin qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê di çalakiyên protestoyî de ku piştî qetilkirina jina Kurd a bi navê Jîna Amînî destpêkiribûn, 5 kes hatine qetilkirin.

Piştî ku li Îranê, jina bi navê Jîma Amînî ya 22 salî li paytext Tehranê bi hinceta ‘Pora wê xuya dibe’ ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li gelek bajarên vî welatî çalakiyên protestoyê têne lidarxistin.

Li gor nûçeya Rûdawê, ku spartiye daneyên saziyên mafê mirovan yên Îranê, heta niha 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên rejima îslamî ve hatine qetilkirin û zêdetirê 80 welatî jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku, li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan, Şino, Tehran, Kerec, Reşt, Îsfehan û Ehwazê li hemberî qetilkirina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêzên bi ser rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bi ava şid, bombeyên gazê û gulleyan rasteqîn êrîş birine ser çalakiyên aştiyane. Piştî mudaxaleya polîsan tê gotin di navbera çalakger û welatiyan de gengeşî rû daye.

Hêjayî gotinê ku çalakiyên nerazîbûnê yên li hember qetilkirina Jîna Amînî, li Îranê her diçe berfireh dibin. Her şev bi deh hezaran welatî li van bajaran dadikevin qadê û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di çalakiyên bo Jîna Amînî de 5 kes hatin qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *