Baroya Qersê bo hilbijartinan komisyonek ava kir

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Baroya Qersê bi armanca ku hilbijartinên 14 Gulanê bi awayekî zelal bêne şopandin, Komîsyona Hilbijartinê ava kir.

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê ku di 14’ê Gulanê dê bên lidarxistin Baroya Qersê Komisyona Hilbijartinê pêk anî.

Serokê Baroya Qersê Parêzer Fettah Çapkurt di yekemîn civîna komîsyonê de got, ji bo hilbijartin bi awayekî zelal bên kirin Komisyona Hilbijartinê hatiye pêkanîn û herwiha derbarê karên ku heta hilbijartinê dê bên kirin de jî agahî dan.

Fettah Çapkurt dibêje: “Ji îro û pê de heta roja hilbijartinê bi perwerdeya ku em dê wergirin, partiyên siyasî, berbijêrên parlamenteriyê û dengderên ku di aliyê qanûnî de pirsgirêkên wan hebin an bixwazin di wan mijaran de nêrînê werbigrin dikarin serî li Baroya me bidin û dê Komisyona Hilbijartinê ji wan re bibe alîkar.”

Çapkurt herwiha got: “Li gor tecrubeya hilbijartinên berî vê em gihiştine wê encamê ku çavê sêyem bo şopandina hilbijartinê gelekî giring e. Me ji parêzeran daxwaz kiriye li ser sindoqên dengdanê rawestin.”

Çapkurt di dawiyê de, got ku komisyona wan ji 9 kesan pêk tê û di rojên pêş de ew dê du parêzerên xwe bo beşdarîkirina perwerdeya ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê ve hatiye despêkirin bibin, bişînin Enqerê û dixwazin roja hilbijartinê jî 180 parêzerên wan li ser sindoqên dengdanê cîh bigrin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Baroya Qersê bo hilbijartinan komisyonek ava kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *