Hewara ji Bedlîsê bilind dibe: Ev der ji Silivriyê jî sartir e

featured
Bajarê Bedlîsê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê, em rewşa li kolanan dişopînin. Li Bedlisê, me bi ser mijarên, aborî, rola HDP’ê ya di hilbijartinan de û namzetiya Kemal Kiliçdaroglu li gel welatiyan sohbet kir. Welatî piranî dibêjin, rola HDP’ê di hilbijartinan de diyarkere û wisa difikirin ku Kiliçdaroglu jî wê ser bikeve.

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re, demek kin maye. Lîsteya namzetên serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hate weşandin û teqez bû. Kemal Kiliçdaroglu, Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce û Sînan Ogan, dê bo serokkomariyê bikevin pêşbirkê. Di vê hilbijartinê de Tifaqa Milet Kiliçdaroglu wekî namzet nîşan da. Înce jî vê car xwe ji CHP’ê dûr kiriye û bi serê xwe tevli hilbijartinê dibe. Ogan jî bûye namzetê Tifaqa Ata. Her wiha namzetê Tifaqa Cumhur jî wekî Erdogan hatiye diyarkirin.

HDP’ê jî di vê hilbijartinê de bo serokkomariyê tu namzet diyar nekirin e. Wisa xuya ye ku, wekî hilibijartinên Stenbolê, HDP’ê dê hilbijêrên xwe arasteyî Kiliçdaroglu bike.

Hewara ji Bedlîsê bilind dibe: Ev der ji Silivriyê jî sartir e - Bitlisten yukselen ses bizim buradaki cezaevi Silivriden daha sogukturjpeg 5 1024x769 1

Di çarçoveya van rojevan de me li Bedlîsê rewş li gel welatiyan nirxand. Bedlîs, li ser zinarên bilind, kêleka çemekî beriya zayînê di sala 312’an de ji aliyê fermandarê Îskenderê Mezin, Badlîs ve hatiye avakirin.  

Rewşa dawî ya li Bedlîsê

Demek beriya niha bo parastina berhemên dîrokî li bajêr dikan û barakayên li kêleka van deran hatibûn hilweşandin. Piştî van xebatan, hin pir û berhemên din ên dîrokî derketine holê. Mixabin ev xebate bûye sedema derketina hin pirsgirêkên aborî jî.

Em piştî vê xebata parastinê yekem car çûn bajêr. Li wir di çayxaneyê de em çûn ser maseyeke welatiyan. Lê bo ku ew hilbijêrên AKP’ê bûn, wan a tu bersiv nedan me. Ji vir em çûn ser maseyeke din. Vê car yên li ser vê masê hilbijêrên HDP’ê bûn. Welatî her çiqas tifaqeke wekî ya hilbijartinên Stenbolê nepejirînin jî, dibêjin “Ev hilbijartin beyî HDP’ê çênabe. Bila nebêjin Kurd tune ne. Em hez Kemal Kiliçdaroglu dikin. Piştgiriya HDP’ê nebe, Kiliçdaroglu nikare serbikeve.”

Hewara ji Bedlîsê bilind dibe: Ev der ji Silivriyê jî sartir e - Bitlisten yukselen ses bizim buradaki cezaevi Silivriden daha sogukturjpeg 2 1024x682 1

Alîgirên AKP’ê naaxivin

Li Bedlîsê ku 3 parlamenter derdikevin, di hilbijartinên dawî de 2 parlamenter AKP’ê yek ji HDP’ê derxistiye. Tevî vê jî baş tê dîtin ku AKP li Bedlîsê xwedî hêzekê ye. Encax tevî vê hêzê, alîgirên AKP’ê li Bedlîsê zêde naaxivin. Ew dibêjin “Belê em AKP’î ne, lê em naxwazin li ser siyasetê biaxivin. Li bajêr zêdetirê alîgirên muxalefetê xwe îfade dikin.

Welatî ji helwesta Akşenerê aciz bûne

Li ber pira dîrokî di çayxaneyekê de me çûn ser maseyeke qelebalix. Li vir welatiyan piranî li ser rewşa aborî, hilbijartin û Erdhejên Mereşê diaxivîn. Hima bêje hemû welatiyên li vir dixwestin desthilat biguher e. Hemûyan jî piştgiriya xwe bo Kiliçdaroglu anîn ziman, lê belê ew ji ber helwesat Meral Akşenerê jî bi gazinc bûn. Piştî sohbetê me qamerayên xwe derxistin û heman pirs ji welatiyan kir. Lê ciwanekê ji me re got, “Xwîşka min, me jixwe sohbet kir. Me ne kêşe kamerayê. Girtîgeha li vir, ji Silivriyê sartir e.” Li ser vê bersivê hemû kesî dest bi kenê kir.

Hewara ji Bedlîsê bilind dibe: Ev der ji Silivriyê jî sartir e - Bitlisten yukselen ses bizim buradaki cezaevi Silivriden daha sogukturjpeg 1 1024x768 1

Em ji wir, ber bi avahiya şaredariyê ya berê ve meşîyan. Vê car em çûn cem dikandarên li qerexa çem. Piştî ku dikanên li vê derê hatine hilweşandin, li aliyê din yê çem hin dikan dane dikandaran. Lê dikandar bi gazincin û dibêjin tu kes nayê van dikanan. Li vir em ketin çayxaneyeke din ku piranî alîgirên AKP’î bûn û me bi wan re dest bi sohbetê kir. Welatiyekê destnîşan kir ku Kemal Kiliçdaroglu nikare welat rêve bibe û wiha got: “Ez dixwazim serokkomarê me cardin bimîne ser koltoxa xwe. Yên li ser maseya 6 partî nikarin vî welatî birêve bibin.”

Piştî gera me ya li Bedlîsê bi dilek rehet em dikarin bêjin, li gor hilbijartinên din dengên muxalefetê li vir zêde bûne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hewara ji Bedlîsê bilind dibe: Ev der ji Silivriyê jî sartir e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *