Bendavên li Wanê alarm didin: Îsal rîska hişkesaliyê heye

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çend roj beriya niha li Wanê berfeke zêde barî. Lê dîsa jî têrê nekir da ku bendav tuje bibin. Zanyar didin zanîn ku îsal rîska hişkesaliyê heye û ji ber kêmbûna avê, weheye, di çandiniyê de pirsgirêk derkevin holê.

Hefteyek berê li Wanê berfeke zêde bariya lê tu bandor li rêjeya tijebûna bendavan nekir. Li gorî daneyên Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) yên beriya barînan; rêjeya tijebûnê ya Bendava Sarimehmet ji sedî 12.7 û ya Bendava Zêrînakê (Zernek) ji sedî 29.1 bû. DSÎ’yê ku piştî barîna berfî daneyên nû parve destnîşan kir ku, rêjeya Bendava Zêrînakê ji sedî 29.6 û ya Sarimehmet jî ji sedî 12.8 e.

Rêjeya avê ya bendavan di asteke krîtîk de ye û tê gotin ku ji ber kêmbûna rêjeya avê ya bendavan, dibe ku di rojên pêş de li Wanê û bajarên din ên ji van bendavan sûd digirin, bi pirsgirêkên avdaniyê û hişkesaliyê re rû bi rû bimînin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bendavên li Wanê alarm didin: Îsal rîska hişkesaliyê heye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *