Berbijarê Colemêrgê yê Serbixwe Canan li Hember Banga Demîrtaş Çi Dibêje?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ligel partîyên sîyasî yên Kurdan, hejmarek zêde berbijarên serbixwe jî dikevin hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkîyê. Esat Canan jî yek ji wan sîyasetvanan e ku li Colemêrg (Hekarî) namzetîya xwe ya serbixwe ragihandîye.

Canan, di 1991’an de ji ANAP’ê, di 2002’an de ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) û di 2011’an de jî ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) wek parlamanter hatibû hilbijartin.

Sîyasetvanê Kurd yê 73 salî li ser sedema berbijartîya xwe dibêje ku di pêvajoya dîyarkirina berbijarên HDP’ê de gelek kêmahî çêbûne loma ew li ser daxwaza gel bûye berbijarê serbixwe.

“Divê ku partî di hilbijartinên herî biçûk de jî ramanên gel wergire û piştre namzetên xwe dîyar bike. Navenda partîyê bi taybet van salên dawî hewceyî vê yekê nake û ew bi xwe berbijaran datînin.”

Dihat îdia kirin ku Canan jibo ku bibe berbijarê CHP’ê serlêdan kiribû, lê CHP’ê qebul kiriye. Lê, Canan got ku ew hîn jî endamê HDP’ê ye û wî serî li CHP’ê nedaye.

Canan herwiha da zanîn ku wî jibo berbijarîyê serî li HDP’ê jî nedaye, jiber ku ew li hember partîyê dilşikestî ye.

“Piştî ku parlamanterîya min ya HDP’ê di 2015’an de qedîya, ji wê rojê heta niha ti car partîyê li derîyê mala min nedaye. Ti car pirsek ji min nekirine. Wekî mînak, di doza dîjî HDP’ê de ez jî têm darizandin û bo min jî qedexeya sîyasetê tê xwestin. Lê, di dema parastina hevbeş de bo hemîyan hat kirin, lê parastin bo min nehat kirin.”

Roja Sêşemê Başak Demîrtaş ser navê hevjînê xwe, Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî mîtînga HDP’ê ya Colemêrgê bû û peyama Demîrtaş xwend.

Berbijarê Colemêrgê yê Serbixwe Canan li Hember Banga Demîrtaş Çi Dibêje? - 01000000 0aff 0242 7ee5 08db4685e485 w650 r1 s

Demîrtaş di nava wê peyamê de bangek jibo berbijarên serbixwe kir ku ew piştgirî bidin Partîya Çep ya Kesk.

“Emê hewil bidin ku pirsgirêka Kurd di bin banê parlamentoyê de çareser bikin. Jibo vê jî divê Partîya Çep ya Kesk bi awayekî herî xurt cîhê xwe li meclîsê bigire. Dem ne li ser destxistina kursî yan jî parlamanterîyekî ye. Ez bang li kesên ku bi berbijartîya serbixwe derketine dikim: hun jibo me bi qîmet in, wisa nekin. Werin jibo Partîya Çep ya Kesk bixebitin. Erka ku dkeve ser milê we ev e,” Demîrtaş di mesaja xwe de got.

Canan kêfxweşîya xwe derbarê vê axaftina Demîrtaş anî ziman û got ku vexwandina Demîrtaş jibo wî pir bi qîmet e.

“Lê, ez piştî vê saetê nikarim berbijarîya xwe paşve bikişînim. Dîsa jî berbijarîya min zararê nade Partîya Çep ya Kesk, jiber ku jibo min herî zêde deng wê ji AK Partîyê werin. Ger 20 ji sedî zarara min bo HDP’ê be, 70 ji sedî jî zarara min bo AKP ye.”

Li Colemêrgê 3 kursîyên parlamantoyê hene û Canan hêvî dike ku ew bi xwe yekê ji wan bi dest bixe û her du yên din bibin yên Partîya Çep ya Kesk.

Derbarê îdiayên Canan yên hember HDP’ê, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr ji Dengê Amerîka re got ku ji alîyê wan ti şaşî hember Canan çênebûye.

“Navenda partîya me û Ahmet Turk jî ligel Canan bi rêya telefonê peywendî kirin, lê wî xwe paşve nekişand. Piştî wê rojê êdî ev yek ne di rojeva me de ye,” Ozdemîr got.

“Ji partîya me yek deng jî bo Canan biçe, ew jibo me zîyan e. Dibe ku jiber yek dengî jî em kûrsîyekê hinda bikin. Divê welatî dengên xwe bidin Partîya Çep ya Kesk,” Ozdemîr bang li hilbijran kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên 2018’an de HDP’ê 70 ji sedî û AKP’ê jî 20 ji sedî deng li Colemêrgê wergirtibûn.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berbijarê Colemêrgê yê Serbixwe Canan li Hember Banga Demîrtaş Çi Dibêje?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *