Bi mebesta salvegera Qetliyama Enfalê li Silêmaniyê merasîmek hat lidarxistin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi armanca 35’emîn salvegera Qetliyama Enfalê ku bi fermana Serokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn hatibû pêkanîn, li bajarê Silêmaniyê merasîmek bibîranîne hate lidarxistin

Merasîm, li navçeya Kelarê a bi ser Silêmaniyê ya Herema Kurdistana Federal a Iraqê bi tevlibûna, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan û niştecihên navçeyê birêve çû.

Çalakî bi vekirina pêşangeha wêneyan a der barê qetlîama Enfalê dest pê kir û ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane 35 mûm hatin pêxistin û xizmên kesên di qetlîamê da jiyana xwe ji dest dan axivîn.

Malbatan çelenk danîn Bîrdariya Enfalê ya li navçeyê û gorên xizmên xwe ziyaret kirin.

Qetlîama Enfalê

Li Iraqê di qetlîama ku di navbera 1980 û 1988’an de hatin kirin û wekî “Operasyonên Enfalê” tê zanîn da biqasî 182 hezar kes hatibûn kuştin.

Di operasyonên navborî de 4 hezar û 500 gundên li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Dihokê hatin şewitandin û wêrankirin, gelek welatiyên Kurd ji ber ewlehiya canê xwe mecbûr mabûn ku koçî Îran û Tirkiyeyê bikin.

Li Iraqê her sal di 14’ê Nîsanê de ji bo bîranîna kesên di qetlîama Enfalê da can dan çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bi mebesta salvegera Qetliyama Enfalê li Silêmaniyê merasîmek hat lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *