Hevberdevka HDP’ê Ozdogan: Hiqûq li ser daxwaza îktîdarê hatiye bikaranîn

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan derbarê Doza Kobanê de got, “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me carek din duh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.”

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag, parlamenterên berê û endamên MYK’ê yên berê tên darizandin duh dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê de pêşkêş kir. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî mutalaya derbarê dozê de ku hat pêşkêşkirin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevberdevka Komîsyonê Nûray Ozdogan di daxuyaniyê de axivî û biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter û rêveberên HDP’ê de daye û biryara darizandina wan siyasî daye bi bîr xist.

 ‘Diviya ku doz hatiba betalkirin’

Ozdogan anî ziman ku DMME’yê îtîraza hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî biryara xwe red kir û got: “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me carek din duh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.”  

Ozdogan destnîşan kir ku ew biryarên demkî yên dadgehê û mutalaya dozgeriyê pêşkêş kiriye terefiya xwe ya hilbijartinên 2023’yan eşkere kiriye û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê cihê xemgîniyê ye. Heyeta dadgehê di vê heyamê de hemû pêvajoyên darazê rawestand. Tekane motîvasyona kurtkirina pêvajoya ber bi cezakirinê bû. Bi zelalî diyar kir ku ew ê biryarên erênî yên weke biryarên ne dozgeriyê jî weke delîlên di dosyayê de bihesibînin. Hiqûq mafên bingehîn ên mirov in. Hiqûq ji bo mirovan e. Dema ku ev bên binpêkirin, cihê şermê xwe dide nîşandan.”

‘Em ê endamên darazê ji vê şermê rizgar bikin’

Ozdogan diyar kir ku îktidar û şirîkê xwe ku zextan li dadgehan dikin û ev yek jî xwe di dozan de didin nîşandan û wiha got: “Em bawer dikin ku endamên darazê dê di qonaxekê de pîşe û rûmeta xwe wekî dadgeriyê bi bîr bînin. Em jî soz didin ku piştî 14’ê Gulana 2023’yan em ê rayedarên darazê ji vê tabloya şermê ya ku ketine derxin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê siberoja xwe bi dozên komployê-kompasê yên li dijî partiya me, wekîlên me, endamên me ve girê daye.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevberdevka HDP’ê Ozdogan: Hiqûq li ser daxwaza îktîdarê hatiye bikaranîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *