Bûldan: Dem dema azadiya jinan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

HDP’ê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Civîna Koma Jinan li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku dem dema azadiya jinan e û wê jin vê pergalê biguherînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiyê Pervîn Buldan Civîna Koma Jinan li dar xist.  Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Keskan a Çep Ayşe Erdem, Dayikên Aştiyê, Meclisên Jinên Sosyalîst, Partiya Kedkarên Tirkiyeyê (TÎP), SKYP, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (CHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Jin bi hev re bi hêz in, Jina Demokrat a Nû,  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD)  û ji Komelya Jiyana Nû gelek kes tevli civînê bû. Her wiha parlamentera HDP’ê ya berê ku ji girtîgehê nû derketiye Çaglar Demîrel jî tevli cîvînê bû.  

WÊNEYÊN TUGLUK Û POYRAZ  

Li ser maseyan li gel wêneyên Denîz Poyraz a li HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin û wêneyê siyasetmedar Aysel Tugluk, dowîzên bi dirûşmên, “Hevserokatî xebta me ya xemrî ye”, “Em ê bi hev re biguherin û dawî li çewisandina kedê bînin”, ” Em ê bi hev re biguherin, ji xizaniya jinê re na”, “Em ê bi hev re biguherin ,ji Jinên girtî re azadî”, Em ê bi hev er biguherin, Bijî piştevaniya jinan”  hatin danîn.

 8’Ê ADARÊ DIYARÎ POYRAZ Û GEZER HAT KIRIN  

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan bi kurdî û tirkî silav da jinan û diyar kir ku ew 8’ê Adarî diyarî Denîz Poyraz û Garibe Gezer dikin û got: “Ez hemû jinên cîhanê silav dikim. Ez silavan ji jinên têkoşîna jinê gur dikin, jinên li girtîgehan, kedkar û nûnerên jin ên saziyan û jinên li mal, ofis, fabrîqeyan hildiberînin silav dikim.  Em vê hefteyê daxwazên wekheviyê, têkoşîna edalet û heq a em kedê didên em wekî hemû jinên cîhanê diqêrin. Em têkoşîna xwe û destkeftiyên xwe yên em bi têkoşîna xwe bi dest xistine pîroz dikin. Li dijî kesên êrişî destkeftiyên me dikin em diqêrin. Di 8’ê Adarê de wekî hemû jinên cîhanê em ji bo daxwazên xwe yên hevpar tên gel hevdu. Ev roj li we û hemû jinên cîhanê pîroz be.”

 ‘EV ŞER WÊ HILWEŞANDINÊ BI XWE RE BÎNE’  

Bûldan bal kişand ser êrişa dagirkirinê ya Rûsyayê û wiha got: “8’ê Adarê di heman demê de rojeke em ji hêzên emperyalîst re dibêjin na ye. Mixabin tam jî di van rojan de bi tevgera dagirkeriyê ya Rûsyayê re em dibin şahidê şerekî. Ez sersaxiyê ji bo kesên heta niha xizmên xwe winda kirine dixwazim. Em êşa gelê Ukraynayê dijîn. Ev şer dê tenê hilweşandinê bi xwe re bîne. Me wekî HDP’ê jî berê gotibû. Ev şer têkoşîna serdestiyê ya di navbera Rûsya û Emerîqayê de ye. Divê rêya diyalogê bê vekirin. Divê saziyên navneteweyî jî ji bo pêşî li trajediyên mirovî bê girtin berpirsiyariyê bigire ser xwe.” 

‘EM ŞER NAXWAZIN’ 

Bûldan bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got: “Çawa heta îro em li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê derketin îro em li dijî şerên din ên cîhanê jî derdikevin. Em wek HDP û jin dibêjin ku gel dikarin bi hev re di nav aştî û azadiyê de bijîn. Em piştevaniya wê jiyana aştiyê dikin. Hikûmeta ku her tim ji qeyranan xwe ser piyan digire, bi aligiriya xwe ya vê şerê dê bêtir di nav qeyranê de be. Em carek din hikûmetê hişyar dikin. Gelên ku niha li dijî buhabûn, kedxwarî, zext û zordariyê re têdikoşe dê bi şerê re bêtir bê mexdûrkirin. Ji ber vê em carek din hişyar dikin û em şer naxwazin.”

 ‘KRÎZ BÊTIR BANDORÊ LI JINAN DIKE’  

Bûldan diyar kir ku îro li welat krîza heyî bêtir tesîrê li ser jinan dike û wiha domand: “Ji aliyek bêkarî, newekheviya mûçeyan, buhabû û fatureyên ku tên… Êdî navê vê tiştî xizanî ye û xizaniyeke kûr tê jiyîn. Li Tirkiyeyê di nav 30 milyon jinan de tenê 10 milyon jin bi awayekî fermî dixebitin. Jixwe hejmara jinên ku bêfermî dixebitin jî nayê zanîn. Di nav 2 sala n de jinên ku hewcedarî bi alikariya civakî dibîne du qet zêde bûye. Gelo ev alîkariya civakî didin jinan? Herî kêm 300 lîra û herî zêde jî 500 lîra ye. Di şertên niha de gelo 500 lîra terê dike. Bi vê pereyê gelo kijan hewcedariyên xwe pêk bîne. Dê pê kira bide, fature bide, xurek bikire û derman bistîne?” Bûldan diyar kir ku berxwedana karkerên Mîgros, Farplas û Xiaomî heye û got: “Li gelek deveran berxwedana karkeran didome. Berxwedana wan berxwedana me ye. Em ji berxwedana wan hêzê digirin. Newekhevî û bêedaletî şîdeta herî mezin a li hemberî jinê ye û çavkaniya hemû cureyên şîdetê dike.” 

 ‘ÊRIŞÎ MUXALI^FAN DIKIN’ 

Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nav meha çilê de 26 jin hatin qetilkirin, 28 jin ji mi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her roja ku derbas dibe hejmara qetilkirina jinan zêde dibe. Her wiha îqtîdar li hemberî jinên muxalîf jî êrîşên xwe didomîne. Eren Keskîn, Şebnem Korur Fincanci, Ezgî Mola û herî dawiyê jî Sezen Aksû… Dixwazin jinan bitirsînin. Lê divê bizanin ku em jin bi hêz in.”

 ‘EM HÊZA XWE JI RASTIYA XWE DIGIRIN’ 

Bûldan bal kişand ser çalakiya “Nobeda Edaletê” ya Emîn Şenyaşar û wiha got: “Îro kujerên zarokên wê li kolanan digerin, lê 4 demsal in li ber Edliya Rihayê çalakiya Emîneyê didome û Emîne dibêjê ‘Edî ez nikarin vê zilmê rakin’. Divê qerîna wê bê bihistin. Divê edalet pêk bê. Wek Emîne dibêje hûn nikarin wê bêdeng bikin. Ji ber ku cîhan dizane ku Emîn Şenyaşar mafdar e. Her wiha li Dêrsimê Gulistan Doku 2 sal beriya niha winda bû. Lê derbarê mijarê de heta niha lêkolinek baş nehat kirin û lê faîl hatin parastin. Îqtîdara mêr hebûna jinê û mafê jinê bi tu awayî qebûl nake û êriş dike. Denîz Poyraz bû hedefa êrişan. Di şexsê Denîz de siyaseta demokratîk a jinan hedef hat girtin. Em ê hesabê kuştina Denîz bipirsin. Parlamenter Semra Guzel jî bi êrişê re rûbirû ma. Betalkirina parlamenteriya wê tê wateya êrişa li hemberî nasnameya jinê ya siyasetê. Dixwazin jinên kurd ji siyasetê dûr bixin. Tê wateya tune hesibandina hebûna kurd. Lê divê bizanin ku Semra Guzel vîna gel e û parlamentera gel e. Em heza xwe ji rastiya xwe digirin, ji jinan û ciwanan digirin.” 

‘PÊWÎSTE AYSEL TUGLUK BÊ BERDAN’  

Bûldan di axaftina xwe de qala rewşa siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tugluk kir û got: “Hevrêya me Aysel ji ber rewşa xwe nikare li girtîgehê bimîne. Lê wekî gelek girtiyên nexweş rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ hat dayîn. Saziya Tiba Edlî bi raporên xwe nexweşên giran nabîne. Nêzîkatiyeke dijminatiyê tê meşandin û mafê mirovan tê binpêkirin, qanûn tên binpêkirin. Em bêhiqûqiya ku tê kirin tu carî qebûl nakin û em ê li hemberî vê têbikoşin. Çawa ku her roj jinek tê kuştin her roj li girtîgehê cenazeyek derdikeve. Girtîgeh veguherandin cihê mirinê. Hevseroka me ya ewilî Aysel Tugluk ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket û divê demildest serbest bê berdan. Bi rêbazên îşkenceyê hewl didin ku vîna jinên azad bişkinin û têkoşîna jinan têk bibin. Her wiha 11 roj cezayê hicreyê li Leyla Guven hatiye birîn. Bi cezayên hicreyê hûn nikarin li hemberî jinên têkoşêr bisekînin.”

 ‘DEM DEMA AZADIYA JINAN E’ 

 Bûldan herî dawî wiha got: “Me soz daye Aysel, Garîbe, Denîz, Pinar, Îpek Ateş û hevrêyên din; em ê li dijî îktîdara serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin û em ê tifaq û piştevaniya jinan mezin bikin. Vê heftê dê çalakiyên me yên 8’ê Adarê bidomînin. Em bang li jinan dikin ku tevli çalakiyan bibin. Em ê bi hev re li qadan biqîrin. Em ê bi hev re biguherînin û dem dema azadiya jinan e.” 

Jêder: Ajansa Mezopotamya

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bûldan: Dem dema azadiya jinan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *