Danişîna 30’an a Doza Kobanê tê dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

30’emîn Danişîna Doza Kobanê ku tevî Selahattîn Demîrtaş 108 siyasetmedarên Kurdan têne darizandin, di Kampûsa Gîrtîgeha Sîncanê de tê dîtin.

Rûniştina yekemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Siyasetmedar Mesût Bagcik ku negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek jinên din di danişînê de amade bûn. Yuksekdag û siyasetmedarên jin ên din bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Di danişînê de siyasetmedarê Kurd Mesût Bagcik parastin kir û diyar kir, mijara dozê “Bûyerên Kobanê” nîne û wiha pê de çû: “Sedema vekirina vê dozê ew e ku zextê li muxalefetê bikin. Ez bi parçekirina welêt têm tawanbarkirin. Ma ev welate xiyar e ku dabeş bikim? Berevajî vê, di nava malbata min de jî gelek tirk hene û em vî welatî dikin yek. Lewma em dibêjin pêkvejiyan. Di esasê xwe de yên qala yekitî û hevgirtinê dikin em in. Heke qala dabeşkirinê bikin, bila li rêziknameyên partiyên pê re tifaq kirine binêrin. Bila berê xwe bidin kesên qala şerîetê dikin. Bi qasî ez dizanim, ew jî dikevin ber 302’yê. Baş e lê çima li wan nanihêrin? Dozger, dadgehê dixapîne. Gelo ma mirov derheqê DAIŞ’ê de tenê du hevokan jî nanivîsîne? Dibe ku di demên pêş de dozgerek rabe û derheqê vî dozgerî de îdianameyê amade bike.”  

Danişîn bi parastinên siyasetmedarên din berdewam dike. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Danişîna 30’an a Doza Kobanê tê dîtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *