Di dema HDP’ê de ‘Dizî’ kirin, dema keyyum de hatin fîhilandin

featured
Baraqaya qaşo bi 77 hezar û 650 TL yan hatiye çêkirin!
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, derket holê ku hin midûrên yekîneyên Şaredariya Rêya Armûşê ku piştî hilbijartinên 2019’an tenê 8 meh di destê HDP’ê de mabû û piştre keyûm lê hatibû diyarkirin, bêrêtiyên mezin kirine. Her wiha hat zanîn ku ev bêrêtî jî di dema keyyum de hatine fîhilandin.

Piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an Şeredariya Rêya Armûşê (Îpekyolu) ketibû destê Partiya Demokratik a Gelan (HDP). Di belgeyên fermî de derketiye holê ku wê çaxê hin midûrên yekîneyên şaredariyê bêrêtiyên pir mezin kirine. Di belgeyan de jî hatiye piştrastkirin ku, di serî de îhaleya paqijiyê,  bi gelek îhaleyan de bêrêtî hatine kirin. Her wiha, hat zanîn ku ev bêrêtî di dema rêveberiya qeyyum de hatine fîhilandin.

Wesayîtên ku zivistanê nexebitîne, wekî xebitî hatine nîşandan

Bêrêtiya herî mezin jî di sala 2019’an de, di îhaleya paqijiyê ya bi fîrmaya “Alan Sosyalê’ ve hatiye kirin de derketiye holê. Îhaleya ku ‘radestî navnîşanê’ hatiye kirin de nêzî 5 Milyon TL bêrêtî hatiye tespîtkirin.

Di şertname teknîkî ya bi îmzeya Midûrê Parastin û Kontrolê yê Hawîrdorê ya Şaredariya Rêya Armûşê Ş. S hatiye amedekirin de detayekî sosret derketiye holê. Di şertnameya teknîkî de, ji fîrmayên ku wê têkevin îhalêyê hatiye xwestin ku hemû cure makîneyên kar aydê wê fîrmayê be. Bi anîna vî şertî rê li ber fîrmayên din hatiye girtin û van fîrmayan nikarîne têkevin îhaleyê.

Di dema HDP’ê de ‘Dizî’ kirin, dema keyyum de hatin fîhilandin - Sosyal Alan ihale 1024x769 1

Li aliyê din, xaleke ku di şernameya beriyê de cih digirt, ji vê şernameya nû ya behsê xeberê, hatiye derxistin.Hatiye dîtin ku midûr Ş.S, benda 6’an ya xala 4’an ya şertnameya teknîkî ku beriya wê hatibû amakirin, ji şernameya nû derxistiye. Di vê xala ji şertnameyê hatiye derxistin de, tê gotin, “Arazoz,  (wesayîtên avdaniyê û şuştina rê) wesayîtên malîna rê, hamarat û ên din ku di mehên zivistanê de naxebitin, nikare were kirîn an jî kirêkirin”. Bi rakirina vê xalê, 16 wesayîtên kar ên ku di 3 mehên zivistanê de nexebitîne, wekî xebitî hatine nîşandan û bi vî avayî nêzî 5 Milyon TL bêrêtî hatiye kirin.

Piştî vê îhaleyê, di encama lêpirsînên di dema rêveberiya qeyyum de, personelê ku di rêveberiyê de di asta jêr de cih digirtin, hatine cezakirin. Lê belê Ş.S ku bi fîrmaya ‘Alan Sosyal’ê re şertnameya teknîkî amade kiriye û ew îmze kiriye, beyî ku ceza bigire, hatiye fîhilandin.

Li şûna avahî bereqe hatiye çêkirin

Agahiyek din a girîng ku belgeyên di destê me de cih digirin jî derbarê ‘Kirînên raste rast’e ye. Di 14 Cotmeha 2019’an de ji aliyê Midûrê Parastin û Kontrola Hawîrdorê Ş. S bo çêkirina avahiyekê bi şêwasa ‘Kirîna raste raste’ îhaleyek pêk aniye.  Di vê îhaleye de bona çêkirina avahiyeke bi bûhayê 77 hezar û 650 TL, yan bi avayekî raste rast kirîn hatiye kirin. Lê belê li şuna vî avahî, barakayeke bêder û pirîketên bê siva hatiye çêkirin. Di dema kirinê de jibo vê avahiya behsê xeberê 11 kelem tişt hatine diyarkirin. Yek ji van jî deriyê ji hêsinî bûye, lê niha deriyê vê barakayê tuneye.

Di lêpirsîna ku derbarê bereqayê de hatiye vekirin de tê îdîakirin ku zanyarên bi navê A.B û A.G ji aliye Ş.S û C.U ve hatine îknakirin û di lehê van kesan de rapor hatiye amadekirin. Piştî ku rapor hatiye amadekirin, lêpirsîn jî ji holê hatiye rakirin.

Di dema HDP’ê de ‘Dizî’ kirin, dema keyyum de hatin fîhilandin - HDP döneminde ‘çaldilar kayyim döneminde aklandilar 1 1024x768 1

Di konteyneran de îhaleya perçe perçe

Yek bêrêtiya di îhaleyên de hatiye kirin jî îhaleya konteynerên çopê ye. Îhaleya konteyneran ku pêwîst bû di yek qelemê de bê kirin, perçe perçe hatiye kirin. Di belgeyan de tê dîtin, ji bo derî û cihê berhevkirina çopê yên konteyneran îhaleyên cuda hatine kirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di dema HDP’ê de ‘Dizî’ kirin, dema keyyum de hatin fîhilandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *