Di roja sêyan ya erhejê de hejmara miriyan zêde dibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 6’ê Sibatê de Mereş bi du erdhejên mezin yên bi pilê 7,7-7,6 hejiya. Erdhejê li banderek gelek xerab bi deh bajaran kir û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Li herema erdhejê hêj jî bi hezaran welatî di bin kavilan de ne û li benda rizgarkirinê ne. Hat daxuyandin ku di erdhejê de heta niha 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37  hezar û 11  kes birîndar bûne.

Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Nûçegihanên me ragihandin ku xelkê li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin.

Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê sir û seqemek dijwar heye. Mexdûrên erdhejê konek û bereqeyek nabînin ku lê bimînin. Mexdûr di binê sifrê pileya 5 de li derve dijîn. Hin kes li derdora agir, hin kes di qaseyên kamyonan de, hin kes di wesayîtan de, hin kes jî li derdora avahiyê hilweşiyayî li benda xeberên xêrê ne. Malbatên ku şeva xwe li derve derbas kirin diyar kirin ku cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine.

 Hejmara qurbaniyan zêde dibe

 Li Rihayê ku erdhejê bandor lê kiribû hejmara qurbaniyan gihîşt 95’an û 195 kes jî birîndar bûne.

Ciheke din ê ku ji ber erdhejê gelek avahî xerabûne jî Semsûr e. Li vir cenazeyê qurbaniyan li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û li ber dibistanan tên sekinandin.(MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di roja sêyan ya erhejê de hejmara miriyan zêde dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *