DÎSK AR: Hejmara bêkaran 7 milyon kesan derbas bûye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) eşkere kir ku, li Tirkiyeyê, rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 36.6 e û rêjeya bêkariya jinên ciwan ji sedî 48.8 e. Rêjeya bêkariya zilaman ji sedî 17 ye û rêjeya bêkariya jinan jî ji sedî 28 e.

DÎSK-AR’ê rapora têkildarê bêkariyê ya çaryêka dawî ya sala 2022’an eşkere kir. Li gor raporê li Tirkiyeyê 7 milyon û 700 hezar kes bêkar in û ji 64 milyon û 700 hezar kesên ku dikarin bixebitin, tenê 21 milyon û 800 hezar kes di karekî berdewam de dixebitin.

Li gor daneyan li Tirkiyeyê, rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 36.6 e û rêjeya bêkariya jinan ji sedî 48.8 e. Herwiha hejmara kesên bêkar bi giştî 7 milyon û 700 hezar kes in, lê li gor Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) jî rêjeya kesên bêkar bi giştî 3 milyon û 434 hezar kes in.

Serhat News

(lg)

Jêder Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DÎSK AR: Hejmara bêkaran 7 milyon kesan derbas bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *