Doza Kuştina Denîz Poyrazê| Dadgehkirin wê 29ê Nîsanê dewam bike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgehkirin sê saet û nivê bi derengî destpê kir. Serokê heyeta dadgehê got: “Çavê civaka Tirkiyeyê û cîhanê li ser vê dozê ye. Divê em bikin ku danişîn bi rêk û pêk û bi disiplîn pêk were.”

Duyem danişîna doza kuştina Denîz Poyrazê li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê destpê kir. 

Onûr Gencer di 17ê Hezîrana 2021ê de bi çekan êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû. Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî wê jî hatibû girtin. 

Dadgehkirin wê saet di 09.00ê de destpê bikira lê sê saet û nîvê bi derengî destpê kir. Onûr Gencer, bersûcê girtî beşdarî danişînê bû. 

“Em ê vê xerabiya birêxistinkirî bi başiya birêxistinkirî têk bibin”

Beriya danişînê li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. 

Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar, Parlamenterên HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû, Ayşe Acar Başaran, Serpîl Kemalbay, Gulîstan Kiliçkoçyîgît, Nûran Îmîr, Alîcan Onlu, Mûrat Çepnî, Zeynel Ozun,  Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Sezgîn Tanripkûlûl, Hevserokê Giştî yê SYKPyê Cavît Ûğûr, Hevberdevka Partiya Çepgiran a Kesk Ayşe Erdem, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Platforma Jinan a Îzmîrê, Dayikên Aştiyê û malbata Poyrazê beşdar bûn. 

Mîthat Sancar li vir axivî û wiha got: “Di 17ê Hezîranê de xwîna Denîz Poyrazê herikandin lê tekane hedefa êrîşê ne Denîz Poyraz bû. Êrîş di heman demê de li ser HDPyê bû. Êrîş di heman demê de li ser siyaseta demokratîk bû, li ser têkoşîna jinan û demokrasiyê, têkoşîna aştiyê ya Tirkiyeyê bû.

“Armanc tirsandin, çavtirsandin bû lê kes natirse kes çavşikestî nabe. Wê nikaribin bi van cûre êrîşan çavşikestî bikin. Em ji bo edalet, rastî û aştiyê li vir in. Em dizanin, li beramberî me peraleke xirabiyê ya birêxistinkirî ya birêkûpêk heye, sîstemeke neadil heye. Li dijî van pêkanînan, vê sîstemê, vê zihniyetê û desthilatê tekane rêya bibandor, têkoşîna bipergal û birêxistinkirî ye. Tekane rêya çareseriyê ye ku li dijî xerabiyê başiyê birêxistin bikin, li dijî bêedaletiyê têkoşîna edaletê xurt bikin.”

Serokê heyetê: Bila xirecir çênebe

Dema dadgehkirinê destpê kir, Serokê heyeta dadgehê, behsa nîqaşên di danişîna yekem a 29ê Kanûna Pêşiyê kir û wiha got: “Di danişîna beriya niha de xirecir çêbû û em neçar man ku me danişîn bidawî kir. Çavê civaka Tirkiyeyê û cîhanê li ser vê dozê ye. Divê em bikin ku danişîn bi rêk û pêk û bi disiplîn pêk were. Ger weke danişîna berê dîsa xirecir çêbibe, em ê neçar bimînin ku danişînê ji niha û pê de li salona danişînê ya li Şakranê pêk bînin.”

Piştî axavtina serokê heyeta dadgehê, gilîkar, bersûc û parêzerên beşdarî danişînê bûne, hatin diyarkirin.   

Li dû wê jî HDPyê û hin baroyan daxwaza midaxiliyê ji heyeta dadgehê kir.  Hevserokê Giştî yê HDPyê daxwaza beşdariya xwe bi van gotinan diyar kir: “Em dixwazin beşdarî vê dozê bibin. Ev êş beriya her tiştî êşa me ye, ev hêrs beriya her tiştî hêrsa me ye. Ev doz doza me ye.

“Endameke, xebatkareke partiya me, caneke me can da. Ji ber wê ye, ne rast e ku bibêjin ji ber ziyan gîhandiye mal û parêzbendiya kargehê em mexdûr in.  Dadgeha we ne tenê li beramberî me li beramberî hemû mirovahiyê berpirsiyar e. Desthilata siyasî HDP kir hedef û di encamê de ev êrîş pêk hat.”

Sazî û kesên xwestin bibin midaxil

Piştî axavtina Sancarî Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan Parêzer Ozlem Yilmaz, li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem parêzer Erdogan Akdogdû, Hevseroka Giştî ya SYKPyê Canan Yuce, li ser navê Komeleya Jinan a Rosayê Avûkat Berfîn Polat, Seroka rêxistina Îzmîrê ya Partiya Kedê Emîne Ûyar, li ser navê Komeleya LGBTI+yên Ciwan parêzer Mahmût Şeren, li ser navê Partiya Çepkiran a Kesk Îbrahîm Akin, li ser navê Partiya Karkerên Şoreşger Avûkat Şîar Rîşvanoglû, li ser navê ESPyê parêzer Doğûkan Taşdan, li ser navê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyhe Aryen Tûran, li ser navê Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê Zohre Dalkiran, Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Bariya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, li ser navê Baroya Şirnexê Dîlan Nas, li ser navê Baroya Bûrsayê parêzer Cahît Kazak, li ser navê Baroya Stenbolê Bûrcû Arslan, li ser navê Baroya Trabzonê Nîhan Gokturkê daxwaz kir ku midaxilî dozê bibin. 

Daxwaz nehatin qebûlkirin

Piştî daxwaza saziyan dozgerî nêrîna xwe ya derbarê van daxwazan de diyar kir. Dozgerî diyar kir ku bila daxwaza malbata Poyrazê û parlamenterên HDPyê were qebûlkirin. Her weha got ku ji ber rasterast ziyan li sazî û kesên din nebûye, bila ew nebin midaxil.  

Heyeta dadgehê li gorî daxwaza dozgerî biryar da. Li gorî vê biryarê, dê, bav û birayên Denîz Poyrazê, Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar û hevserokên rêxistina Îzmîrê yên HDPyê wê bikaribin bibin midaxil. Daxwza sazî û kesên din nehat qebûlkirin. 

Heta saet 16.00ê navber dan danişînê. 

Piştî saetek navberê, êrîşkar Onûr Gencerî paraznameya xwe pêşkêş kir. Gencerî di paraznameya xwe de got ku “Min êrîş ji bo dilê min rehet bibe kir.”

Di dewama axavtina xwe de diyar kir ku “sedema vê êrîşa bixwîn bi bûyerên demên gelekî dûr ve girêdayî ye” û wiha gotiye: “Gefxwarina HDPyiyan a li dêya min a sala 1998an, di 17ê Hezîranê de bidawî bû. 

Ez ji ber vê êrîşa bixwîn ne poşman im ku di encama gelek travmayên ji ber PKKyê bi min re çêbûne, min kir. Ez dixwazim lêkolîna Denîz Poyrazê û malbata wê bê kirin. Roja 16ê Hezîranê min dikir ku ez xwe bixwim, ez ji ber kelecanê ranezam. Ger ez pênc deqîqeyan zûtir li wir bûma, min ê êrîşeke wiha bikira ku wê gelek laş  heba. Ez taybet bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan, Selahattîn Demîrtaşî re mijûl dibim. Yên din hemû jî ji bo min weke hev in. Ha Denîz Poyraz, ha Mûrat Çepnî xwezî ew jî di nav re bîçûya.”

Parêzeran bertek nîşan dan: tehrîk dike

Piştî axavtina Gencerî li salonê carek edin xirecir çêbû. Parêzeran got ku Gencer xwe naparêze, tehrîk dike, bi gotinên xwe sûc dike. Ji serokê heyeta dadgehê xwestin ku midaxele li gotinên bersûcî bike. 

Paşê Gencerî careke din paraznameya xwe pêşkêş kir. Gencer dîsa bi gotinan tehrîk kir. Serokê dadgehê bertek nîşan da. 

Fehîme Poyraz: Ez bi şev kabûsan dibînim

Paşê Abdulillah Poyraz, bavê Denîz Poyrazê bi kurdî axivî û got ku “Kujer ne bi tenê ye, ez dixwazim kesên piştgir jî werin dadgehkirin.”

Fehîme Poyraz, dêya Denîz Poyrazê wiha got: ‘Ez dayik im, bila ti dêyek vê êşê nekişîne, em aştiyê dixwazin, bila dayik negirîn, bila dilê bavan neşewite. Ez bi îlacan dijîm, ez bi şev kabûsan dibînim. 

Ez dixwazim ev kujerê ku jineke nekarîbû xwe biparêze kuştiye û îşkence li laşê wê kiriye, were cezakirin. Keça min Denîzê zerar nedida gerîkekê. Ez doza xwe dispêrim gelê xwe. Hemû kesên li vir ji bo min Denîz in.” 

“Ji bo komkujiyê hatibû”

Hevserokê rêxistian Îzmîrê yê HDPyê Abdulkadîr Baydûrî bi van gotinan behsa roja bûyerê kir: “Wê rojê tesadif çêbhu û ez ne li avahiya bajêr bhum, wê saetê em kêmanî pênc kes li wir dibûn. Roja bûyerê dema ez hatim avahiyê, li ber avahiyê du kesên sivîl ên çekdar sekinîbûn. Min ji wan pirsî ‘çi diqewime?’, gotin, ‘êrîş li qata duyem pêk hatiye’.”

“Min got, ‘Hûn çima midaxele nakin, ez biçim hundir, hevalên min li hundir in.’ Destûr nedan, min j wir dûr xistin. Ji hundiro dengê caman, dengê çekan dihat lê midaxele nekirin. Ji bo komkujiyekê hatibû. Divê weke sûcê li dijî mirovahiyê weke qebûlkirin. Ez dixwazim bi girantirîn cezayî were cezakirin.”

Ajokar taksiyê: Hevalekî hîperaktîv bû

Piştî wê şahidan îfadeyên xwe dan. Ajokarê taksiya ku Onûr Gencer roja bûyerê pê çûbû avahiyü HDPyê axivî: “Onûr Gencer mişteriyê me yê rawestgehê bû. Di sê mehên dawiyê de ji rawestgeha me li taksiyan siwar dibû. Min wê rojê tiştek nedît, min tiştek ferq nekir. Di 17ê Hezîranê de ji Dibistana Bazirganiyê ya Îzmîrê li taksiya min siwar bû. Ji min pirsî û got ‘Tu kursa Ingilîzî ya Ikiçeşmelikê dizanî?’. Saet 10.30 bû. Di 10.50yî de  peya bû. Li kolan Gazîemîrê polîsan em sekinandin. Ti pirsgirêk nebû di liv û tevgerên wî de, hevalekî hinek hîperaktîv bû.” 

Serokê heyetê jê pirsî û got, “Tu ji ku dizanî ‘hîperaktîv’ bû?”. Ajokarî wiha got: “Berê jî min ew bir cihên din. Ji min dixwest ez zû bajom û dixwest ez dengê muzîkê bilind bikim. Emniyetê telefonî min kir û haya min ji bûyerê çêbû.” 

Piştî ajokarê taksiyê li çar şahidan guhdar kirin û parêzer Turkan Aslan axivî. 

Heyeta dadgehê biryar da ku dadgehkirin roja 29ê Nîsanê dewam bike.

Jêder : Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doza Kuştina Denîz Poyrazê| Dadgehkirin wê 29ê Nîsanê dewam bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *