Endam û rêveberên HDP’ê li Mûşê hatine desteserkirin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mûşê di dema mudaxaleya polîsan ya li hemberî daxuyaniya HDP’ê de 4 endam û rêveberên vê partiyê hatine desteserkirin.

Çend roj beriya niha li Mûşê di operasyonekê de 11 ciwan bi hinceta ku beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin, bûne hatin desteserkirin.  

Endam û Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) yên Mûşê xwestin destserkirina wan ciwanan protesto bikin.

Hevserokê Şaxa HDP’ê yê Mûşê Savci Arslan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew 11 ciwan bi awayekî nehiquqî hatine desteserkirin û daxwaza kir ku ciwan demildest serbest bêne berdan.

Piştî demekê hêzên ewlekariyê mudaxale li çalakiya kir. Di encama mudaxaleyê de Hevseroka Şaxa HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergîz 3 rêveber û endamên din yên HDP’ê hatin desteserkirin.

Kesên ku hatine desteserkirin ji Midûriyeta Ewlekariyê ya Mûşê re hatine veguhestin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Endam û rêveberên HDP’ê li Mûşê hatine desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *