Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê esnafên li Bazara Gel ku çend roj beriya niha dikanên wan di encama şewatê de bi temamî şewitîbû, diyar kirin ku hemû keda wan bûye xwelî û banga alîkariyê kirin.

Li Wanê Bazara Gel a Mezin ku li ser rêya Beşyolê ye di 3’yê Nîsanê de ji ber sedemeke ne diyar şewitî. Ji sedî 80 dikanên di bazarê de ji ber şewatê wêran bûn û xwediyên wan jî niha ketine nava mexdûriyeteke pir mezin. Kismek mezin yê bazarê niha hatiye girtin. Dikandarên li vir diyar dikin ku beriya Cejna Remezanê wan a pir zêde mal kirîbûn û niha ev malê wa hemû bûye xwelî.

Dikanên li vir bi temamî şewitîne. Lê tevî vê yekê xwediyên wan ji ber dikanên xwe ranabin û heta derengîya rojê li vir dimînin. Hin dikandarên ku bo Serhat Newsê axivîn, behsa îhmalkariyê dikin. Wana îdîa dikin ku ava hêzên agirkujiyê tunebûye û dibêjin ji ber rêze îhmalkariyan hemû keda wan bûye xwelî.

Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî! - rus pazar esnaf 1024x576 1

Esnafê bi navê Hîdayek Baytar ev 30 sale li vir dikandariyê dike û dibêje nêzî 3 milyon zirara wî çûbûye. Baytar, derbirî destpêkê şewatek biçûk derketiyê, lê ji ber îhmalkariyê ev şewat mezin bûye. Wî îdîayên xwe wiha rêz kirin: “Îtfaiye hat, lê ne maskeyên personelan hebû ne jî di wesayîtên wan de av hebû. Biboneya ku di hundir de dû pir zêde bû me nekarî têkevin wê derê. Hevalên me yên dikandar bi avayekî lez deriyê dikanan vekirin. Şewat ji dikana terzî destpê kir. Heta ku hate vemirandin mixabin tu tiştê kesekî nema.”

Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî! - rus pazari esnaf 1 1024x576 1

Baytar di berdewamiyê de bang kir ku walî alîkariya wan bike û wiha axivî: “Beriya cejnê me gelek mal kerî bû. Hemû kesî derdora 2-3 Milyonan tişt keribûn. Min jî qasî 3 milyonan bo dikanê tişt kerî bûn. Pereyêke zê de yên hin esnafan jî di dikanan de hebûn. Niha rewşa dikandaran pir xera be. Bo ku ev maxdûriyet ji holê bê rakirin, lazime walî destê xwe deyne ser wijdana xwe û saziyên cemaweriyê jî piştgirî bidin me.”

Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî! - rus pazari esnaf 3 1024x576 1

‘Keda me bû zibil’

Ubeyit Gezer jî ev 7 sale li vir dikandariyê dike. Ew dibêje ku qasî milyonekî malê wî di dikanê de bûye xwelî. Esnafên li vir dibêjin ava îtfaiyeyê tunebûye. Min dikaneke din jî heye, belkî ez dikarim îdare bikim. Lê hin kes hene ku tenê ev dikan di destê wan de hebûn. Ew dê niha çi bikin? Divê alîkarî ji wan re bê dayîn.”

Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî! - rus pazari esnaf 2 1024x576 1

‘Çi ji destê me bê, em amade ne bikin’

Rayedarên Odeya Bazirgan û Pîşesazan ya Wanê (Van TSO) piştî bûyerê çone cihê şewatê û bo esnafan banga piştevaniyê kiribûn.

Me ji Endamê Desteya Rêveber a Van TSO’yê Fevzî Çelîktaş pirs kir ku ka dê bo dikandarên mexdûr çi bikin. Çelîktaş, wiha bersiv da pirsa me: “Hin dikandarên ku ev 30 sale li wir hene. Dikan û malê wan hemû şewitîne. Xebata tespîtkirina zirarê ya AFAD’ê berdewam dike. Hêj encamên wê nehatine ber destê me. Lê wekî odeya esnafan, Van TSO û walîtî çi ji destê me bê divê em bikin. Piştî rapora zerarê derket em dê biçin şaredariyê li ser çewaniya piştgiriyê bo dikandaran gotubêj bikin.

Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî! - rus pazari esnaf 6 1024x576 1

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esnafên Bazara Gel yên li Wanê: Ji ber îhmalkariyê hemû keda me bû xwelî!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *