Esnafên dibin avahiya VASKÎ’yê de mexdûr bûne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Avahiya Xizmetê ya VASKÎ’yê ku di erdhejê de zirar dîtibû, piştî 11 salan hate xerakirin. Esnafên wê derê dikanên wan hebûn niha dibêjin ew mexdûr bûne û nikarin wekî berê kar bikin. Her wiha tê gotin ev der bûye warê tiryakkêjan.

Li Wanê, jiber erdheja 2011’an gelek avahî hilweşiyabûn. Yek ji van jî Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê ya Pêvek bû. Ev avahî di nava Parka Ehmedê Xanî de hatibû çêkirin û dikanên di bin wê de ya şexsan bû. Bona ku ev avahî jibo gel bûbû sedema xeterê piştî 11 salan di meha Nîsanê de hate rûxandin.

Walî soz daye wan

Piştî rûxandinê xwediyê 30 dikanên li qata jêr dibêjin ew gelek mexdûr bûne.

Yek ji van dikandaran Necmettîn Işik, dibêje ku Waliyê Wanê yê berê Mehmet Emîn Bîlmez soz daye wan û gotiye, “Werin piştî cejnê em dikanên xwe ji nû ve ava bikin. Dikanên jêr dîsa yên we ne, qatên jor jî dê ji şaredariyê re be. Lê walî çû, ka yê nû dê çi bêje me.”

Işik, derbirî ku ev 15 sale li vir dikandariyê dike û niha neçar maye ku dikana xwe ya li ser kincan bibe kolanekî di navberê de. Işik, wiha dibêje, “Dikan aydê min bû. Karê min û yên esnafên din li vir baş bû. Piştî ez çûm kolana navberê, li wir êdî karê min wekî berê baş nîne. Rojê encax em dikarin buhayê 100 TL yan tişt bifiroşin. Hemû bikirên min ên berê ji destê min çûne. Ew niha li cihek din eger dikanekê bidin min, ez qebûl nakim. Ev cihê min e û cihekê gelek jî xweşe bo dan û standinê.”

‘Ev der piranî bûye cihê tiryakkêjan’

Dikandar Selîm Baday, jî li hemberî vê avahiyê qesabiyê dike û desntîşan kir, eger li vir navendekî kar a baş bê vekirin wê gelek xweş be. Wî her wiha anî ziman li bajêr çanda park û kadên hêjîn û da zanîn, ev der piranî bûye cihê tiryakkêjan.

Esnafên dibin avahiya VASKÎ’yê de mexdûr bûne - Selim Baday 1024x768 1
Selim Baday

Baday, diyar kir ku piştî avahiya şaredariyê hatiye rûxandin edî rewşa berê li vir nemaye û wiha domand: “Eger ev der bibe cihê kar, esnafên vir jî wê êdî mexdûr nebin. Bila kargehek baş li vir çêbikin. Her çar alîyan bikin dikan nava wê jî bila bibe park. Piştî avahî hat xerakirin, êdî ev der bûye cihê otoporkê.

‘Mexdûriyeta min pir zêde bûye’

Xwediyê dikaneke din Volkan Ongon jî şitilên zebze û fêqî difiroşe û got ku bona dikana wî hatiye hilweşandin di vê serdema çandiniyê de wî nikariye kar bike û bi vê sedemê mexdûriyeta wî gelek zêde çêbûye. “Ez niha van şitilan li nava kolanê hewl didim bifiroşim. Piraniya wan jî bi zererê min paşve şandin. Hinek jî min li depoya hevalê xwe bicihkiriye. Bi avayekî lez divê ev mexdûriyeta me ji holê were rakirin.

‘Tu feydeya parkê bo me nîne’

Dikandar Azad Ozeker jî li hemberî avahiyê dikandar e û derbirî ku li nava parkê tu kontrol nehatiye pêkanîn. Ozeker, wiha berdewamî da axaftina xwe, “Tu feydeya vê parkê bo me nîne. Bûye cihê tiryakkêşan. Piştî rûxandinê karê dikandaran li vir pir kêm bûye. Ronahî tuneye, fihuş û tiryak êdî li vir e. Ev jî tesîrek nebaş li ser karê me dike. Bila cardin vê derê bikin sûk.”

Esnafên dibin avahiya VASKÎ’yê de mexdûr bûne - Azad Özeker 1024x768 1
Azad Oker

Muxtarê Taxê: Bila ev der bibe sûk

Muxtarê Taxa Bahçivanê Nurten Saglam bilêv kir ku derbarê parkê de pirsgirêkên wan yên cidî hene û wiha axivî: “Qatên jor yên şaredariyê ne. Lê dikanên jêr yên kesan e. Nêzî 30 dikan hene bi vî şiklî. Dikare vê derê wekî sûkekî cardin ava bikin. Bila wisa çêbikin ku cardin, dikanên esnafan bidin wan. Bo wan bila dikanên yek qatî çêbikin. Wisa be dê bibe sûkek pir bedew. Cihê mayî jî bila bikin parkek da ku hemû gel jê siud werbigire. Eger ew ne, dikarin vê derê bikin cihêkî xweş, Cafeyan lê çîbikin ku welatî bikarin lê birûnin. Niha ev der bûye warê tiryakkêjan. Di zûtirîn demê de, pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin.”

Esnafên dibin avahiya VASKÎ’yê de mexdûr bûne - Nurten Sağlam 1024x769 1
Nurten Saglam

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esnafên dibin avahiya VASKÎ’yê de mexdûr bûne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *